BasNews – Îro 21.03.2025, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Komelgeha Geştiyarî ya Korekê, li sînorê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê, mêvandariya hejmarek ji dîplomatan kir.
Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî li Rêveberiya Xwerser a Soranê bi boneya cejna Newrozê, mêvandariya hejmarek ji dîplomatkaran kir ku cîgirê Serokwezîr Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Iraqê û hejmarek ji Balyoz û Konsulên giştî û diplomat û nûner û şandeyên welatan li Iraq û Herêma Kurdistan amade bûn.

