Serok Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê kir
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Serok Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê kir

BasNews – Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Sibatê pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê bo Karûbarên Siyasî Mecîd Textrewançî û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de hate kirin û tekez li ser pêşxistin û berdewamiya wan peywendiyan li ser bingeheke hevbeş di hemû waran de hate kirin.

Rewşa siyasî ya Iraqê û guhertin û kêşeyên navçeyê bi giştî, mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved