BasNews – Şandeyekî Wezareta Petrola Iraqê digehe Herêma Kurdistanê û bendewarî hene ku di heftiyekî de tevdîrên şandina petrola Herêma Kurdistanê bên temam kirin.
Wezîrê Petrola Iraqê Heyan Ebdulxenî ragehand: Şandeyekî Wezareta Petrolê ji bo temamkirina tevdîrên dest pê kirina şandina petrola Kurdistanê serdana Hewlêrê dikin.
Herwaha got, bendewarî hene di heftiyekî de tevdîrên şandina petrola Kurdistanê bên temam kirin û prose dest pê bike. ji ber ti asteng û pirsgirêkek li pêş wê pirsê nemaye.
Ji aliyê din ve Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê bi wekalet Kemal Mihemed Salih jî ragehand: Bendewarî hene di destpêka meha bê de şandina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike.
Li gor zanyariyên BasNewsê îro şandeya Wezareta Petrola Iraqê dê bigehin Hewlêrê û sibe dest bi civînan dê bê kirin.
Lay xoyewe kemal mhemmed sallh, wezîrî samane sruştîyekan be wekalet, raygeyanduwe: çawerrê dekrê ta seretay mangî dahatû, henardekirdnewey newtî herêmî kurdistan dest pêbkat.