Teymûr Enfal: YNK, mûçexwar û mamostayan ji bo armancên xwe bikartîne
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Teymûr Enfal: YNK, mûçexwar û mamostayan ji bo armancên xwe bikartîne

BasNews – Çalakvanê warê Enfal û rizgarbûyê karesata enfalê ku demekî dirêj di nav mala Mam Celal Talebanî de jiyan kir aşkera dike ku YNK mamosta û mûçexwaran ji bo armancên xwe bikartîne û ji bo wê hemû bide kuştin ne xema wê ye.

Teymûr Enfal ê ku rizgarbûyê proseya enfalê ye ku di nav gorekî komî de bi birîndarî rizgar bibû, di tora xwe ya civakî facebookê de nivîsek bi serenava ‘’YNK siyasetekî xelet birêve dibe’’ de belav kir û amaje bi wê yekê kir ku; ‘’Ez li gel hemû daxwazên mûçexwaran im, lê YNK siyaseta sala 1988ê û enfalê dubare dike.’’

Teymûr Enfal dibêje: YNK, mamosta û mûçexwaran bikartîne û ne ku her karasaniyekî ji bo wan dike, bername û planan ji bo wan dadirjîne! YNK dixwaze bi wê rêyê ve armancên xwe bicîh bîne, ew jî bidestanîna peywirên bilind ên kabîneya nû ye û herwaha hizra eniya Berxwedanê cîhbicîh dike ji bo ku dere li herêm û PDKê bide.’’

Çalakvanê warê enfalê dibêje: ‘’YNKê, ku zanî li gel PDKê ji bo wê bi sûdtire û ti tiştek ji wan nayê kirin, naha bi mekr û naz ve dest bi mekrên waha kiriye, ji bo wê ez daxwaz dikim ji hemwelatiyên xoşdivî, nebin amûrê dest YNKê û ji bo armancên xwe we bikarbîne. YNK, we hemûyan bide kuştin ne xema wê ye, ya giring ew e berîkên berpirsên YNKê û mal û zarokên wan tejî bibe, lê yên we tenê zarokên we tê sêwî bimînin.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved