BasNews – Îro 11.02.2025ê Polîsê Hewlêrê vîdeoya li xwe mukirhatina Adem Osman Silêman belav kir ku xelk teşfîq kiriye ji bo têkdana asayîşa Herêma Kurdistanê.
Polîsê Hewlêrê belav kir ku ew kese roja 09.02.2025ê ajokarî ji bo Elî Hemesalih ê Parlamenterê Parlamentoya Kurdistanê dikir, dema ku ew parlamenter mijûlê wêne û vîdeo girtina çend cîhekan bûye, wî kesî hewl daye bi armanca berovajîkirin û teşfîqkirina xelkê ya ji bo têkdana asayîşa Herêma Kurdistanê.