Dadgeha Diyarbekirê 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê da Hevserokê Şaredariya Wanê Abdullah Zeydan
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Dadgeha Diyarbekirê 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê da Hevserokê Şaredariya Wanê Abdullah Zeydan

BasNews – 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Zeydan hate birîn.

Di rûniştina ku li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê hatiye kirin de, 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hat birîn. 

Zeydan bi îdiaya “hewldana alîkariya rêxistina terorê” dihat sûcdarkirin.

Zeydan, tev li danişînê nebû. Parêzerê dosyayê Mahsunî Karaman xwe ji dosyayê vekişand û li ser vê yekê Mehmet Emîn Aktar weke parêzer tev li dosyayê bû.

Abdullah Zeydan di hilbijartinên 31’ê Adarê de zêdetirî sedî 50 deng wergirtibû û bûbû şaredarê Wanê. Lê bi hinceta ku mafê wî yê beşdarbûna hilbijartinê nîne, pesendname nehatibû dayîn. Piştî xwepêşandanên mezin, komisyona Bilind postê serokatiya şaredarîyê radestî Abdullah Zeydan kir.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved