Kurd, ji pêkve jiyanê hez dikin
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×
Dennis Dargul

Kurd, ji pêkve jiyanê hez dikin

Dennîs Dargul  

Dewleta Suriyê ji roja hatiye avakirin û heta niha yêk serokên wan bi rêbazên demokrasî û aştiyane, ne hatiye hilbijartin. Yan bi darbeyên leşkerî ya jî bi destwerdanên derve serokên vî welatî hatiye destnişan kirin.

Piştî hilweşîna Dewleta Osmaniyan û heta niha welatê Sûriyê ku sînorên wê ji aliyê welatên rojava ve hatiye destnişan kirin, çi caran aramî çê nebûye. Di sala 1920ê Melikatiya Ereban ya Suriyê hat ragihandin. Ev desthilatdarî ji sala 1920ê heta sala 1925 ê desthilatdariya xwe berdewam kir. Di sala 01ê Çileya sala 1925ê de bi temamî kete bin kontrola Frense de û navê wê guhartin û kirin “Komara Suriyê.” Frensiyan di vê demê de Sistema Federal li Suriyê avakirin. Neteweyên Yêkbûyî, Suriye wek mandayek welatê Frense pejirand. Di nav xaka Suriyê de çend Dewletên Federal hatibûn sazkirin. Rojavayê Kurdistanê ketibû nav Federasyona Helebê. Ji bilî federasyona Helebê, Federasyona Elewiyan, Herêma Lubnanê, Federasyona Durziyan û Federasyona Şamê li ser tevahiya Surîyê dabeş kiribûn. Di nav Federasyona Bakûr ya Helebê de jî sê kanton hati bûn sazkirin ku ew jî Kantona Cizîrê, Kantona Ezaz û Dewleta Antakya bû. Ev sistema Frensiyan 18 salan berdewam kir. Di xebata binesazi, çêkirina rêk û piran, rêya hesîn, avakirin û avadankirina gund û bajaran, jibo wê demê gavên baş hatin avêtin. Di 07 Tîrmeha 1939 ê Bajarê Antakya bi referandumek (paşê Frensîyan îddîa  kirin ku Tirkan sextekarî kirine) radestî Komara Tirkiyê kirin.  Di 17 Nisana 1946ê de di encama serhildanên Durziyan û eşirên Ereban, Fresiyan desthilata xwe ya li Komara Suriyê  winda kirin. Di 08. 03. 1963 de Desthilata Beisiyan bi piştevaniya Rûsya li Suriyê pêl da. Beisiyan di dema hatin desthilatdariyê yêkem karê wan malwêraniyek mezin li dijî kurdan destpê kirin.  Li dijî Gelê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê Kembera Erebî dirust kirin. Ev Kembera erebî bi armanca tehrîp kirina gund û bajarên kurdan hate destpêkirin û Erebên Hawirde anîn ser gund û warê kurdan. Nasnamên kurdan yên heyî jê stendin û yên neyî jî mulk û malê wan li ser navên Ereban tomar kirin. Di bingeh de ser xetê Tirkên Kemalist û bin Xetê jî Beisîyên Nîjadperst xaka kurdan tahrîp kirin. Edî Kurd rastî her cûre biçûk xistinê, be nasnameyê û zordariya Erebên Beisî hatin. Edî Kurd wek mêvan û penaber dihatin pejirandin. Di hatin û çûnan de, di xebata rojane de, di kar û barên dewletê de, edî xwedî çi mafekê nebûn. Navê “Komara Suriyê” jî guhertin kirin “Komara Erebî ya Suriyê...”  Her çend Beisiyan zilma xwe berdewam kiribûn jî Kurdên Rojavayê Kurdistanê, ji ber bingeha wê ya saxlem ya kurdewariyê saziyên xwe avakirin û xwe birêxistin dikirin. Edî li hemberî zilmê berxwedan û xwe rêxistin kirin, Taybet Şoreşên Başurê Kurdistanê yên Devera Barzan li dijî Iraqê bandorek mezin li ser Rojavayê Kurdistanê jî kiribû. Parti Demokrata Kurdistana Suriyê bi rêbaza Barzanîyê Nemir,  di Sala 1957ê hat damezirandin û hêvîyên azadiyê jibo gelê Rojavayê Kurdistanê, durist kir. Di heman salan de Beisiyan xwe birêxistin kirin. Di sala 1963yê Partiya Beis li tevahiya Suriyê bûn desthilatdar.      

Ji sala 1963 ê heta 15 Adarê 2011 ê desthilata Mala Esed li Suriyê bi dîkdatoriya xwe ve ev welate kontrol kirin. Li gel Bihara Erebî, kurd û hin civakên din yên Suriyê li dijî rejîma Esed dest bi serhildanan kirin. Bişar Esed, edî ji sala 2011 heta 2024ê bi harikariya Rusya û Îranê li dijî gelê xwe dest bi şer kir. Bi milyonana xelkê medenî şehîd bûn û koçber bûn. Edî Suriye wisa lê hat, cîhê jîyanê lê nema. Taybet di vê demê de destwerdanên derve yên Tirkiyê, Îranê qet ranewestiyan. Îranê Şie-Hizbûllah Tirkan jî Tarîqatên Sûne-Mezheb, rêxistinan îslamî wek DAİŞ, El Qaîde û bi dehan grupên din yên İslamiyên Tundrew durst kir û  li dijî Rejîma Surîyê pêşxist. Her wiha ev grupên girêdayî Tirkiyê ne li dijî Rejimê tenê her wiha li dijî Kurdan jî hatin bikar anîn û heta niha ev êrişên li ser Rojava berdewam dike. Lê Kurdan Rojava ji DAİŞê û Grupên din yên tundrewên îslamî parast. Bes Tirkiyê bi balefirên Şer û ser daxwaza Rusya Efrîn dagirkirin û Bi destura Emrîka jî Serê Kanîyê û Girê Spî radestî Tirkan kirin. Weke din Kurdan deverên xwe ji wêrankariya şer baş parastin. HSD bi hevkariya hezên Hevpeyman, heta evro jî, wek Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê, deverên Kurdan kontrol dikin. Li Tevahiya Suriyê cihê herî aram Rojavayê Kurdistanê ye. Lê ji bilî Dewleta Tirkiyê hemû cîhan rêz û ihtramê şanî Rojavayê Kurdistanê didin. Her wiha hemû cihan li gel mafên Gelê Kurdin. Di heman demê de li Surîyê rola herî mezin ya Emrîka û Frensiyane. Frensî bandorek mezin li ser tevahiya Suriyê heye. Pêwendiyên Frense û Kurdan di heman demê de asta herî baş de ye. Kurdan çi li Başûrê Kurdistanê bin çi jî li Rojava bin, bi praktîkî baweriyek daye welatên rojava ku aştîxwezin, demokratin, ji pêkvejîyanê hez dikin û rêzê ji hemû ayîn, jin, zarok û rengên cuda re digrin û mafê hîç netewekê binpê nakin.

Ev Başûrê Kurdistanê 5 ziman fermîne û her netewek, bi zimanê xwe, alên xwe û rengên xwe di nav xaka Başûrê Kurdistanê de dijîn. Her wiha Rojavayê Kurdistanê jî giringiyek û baweriyek mezin bi heman rengiyê, demokrasiyê, azadiyê û pêkvejiyanê heye. Ev rêbaza demokrasiyê destpêkê li Başûrê Kurdistanê pêlda û li Rojava jî, ji van yasa û têgihiştina demokrasiyê mifa wergirt. Wate, em kurd pêwiste li gel hev aştî xwez bîn. Çi dema li Rojava ango Başûrê Kurdistanê welatiyek rastî êrişên dagirkeran were, bê deng nebîn. Helwestê nişan bide. Jibo parastina maf û azadiyan, hev deng û hevrengbin. Rêxistinkirina Navmala Kurdî, bi helwestê û baweriyê durist dibe. Eger helwest û bawerî, nebe çi serkeftinek encam nade.

Temaşe bikin Serokê Suriyê yê Nû bêyî ku fîşekekê biteqîne bi fermana hêzên derve Heleb, Humis, Hema û Şam xiste bin kontrola xwe. Kongreyek leşkerî dirust kir û serokê xwe bi kotaya leşkerî, hilbijart. Di nav vê Kombûnê de hejmarek Kesayetên Teroristên Navdewletî ku ne welatên Surîne, destê wan xwîna kurdan, mesihiyan, durziyan de heye, hebûn. Di kombûnê de ev kesayetene wek fermande amade bûn. Ev ne demokrasiye ev darbeya leşkerî ye. Hemû pêkhateyên Suriyê li xwe nagirê û hemûyan jî temsîl nake. Ji xwe “Qamişlo û Şam” ango “Durzî û Şam”, “Elewî û Şam” hem têgihiştin û felsefe û hem jî rêbaz, ji HTŞê gelek dûr in. Lê belê Suriye bi rêbaza Federasyonê dikare were rêvebirin. Eger na şerê navxweyî li Surîyê di rojevê de ye. Di vê demê de pêwiste kurd xwe ji şer dûr bixin û hewil bidin herêmên Rojavayê Kurdistanê bi biryara NYê, xeta Firîna Qedexe ya Esmanî, ragihînin.

Eger na Dewleta Tirkiyê, destur nade li Surîyê Aştî pêkvere û dewsa Esed, ew dê cîh bigrin ku alozî û ne aramî her berdewam be. PKK jî hecete (PKK hebe tine be ewê hewil bidin statuyek bo Kurdan li Rojava çêbe) çi rastî bo vê gotina Nunerên Hikûmeta Tirk tine ye. Eger na rêyên medenî yên gotûbêjan vekiriye. Çima Qala teroristên Şamê ku ji welatên cûre cûr li ser hev kombûne, kes nake. Çima? Terositên Îslamî yên li Şamê Kombûne ji Çeçenistan, Afganistan, Pakistan, Çîn, Cezair, welatên din yên Ereban, ji Ewropa kom bûne û niha di rêveberiyên Şamê de ne. Em vê rastiya Ereban nabînîn, lê Kurdek  ji Nisêbinê du metran çûye Bin Xetê ango ji Zaxo çûye Dêrika Hemko, ji Serê Kaniya çûne Serê Kanîyê bin xetê harikariya birayên xwe dikîn, em hevûdin tawambar dikîn û dibêjin bila Kurdên Bakur ji Rojava derkevin. Ev têgihiştin gelek xerabe. Kurdistan ne çar perçeye yêk perçeye. Jibo destkeftên siyasî yên dorteng nabe birayên xwe bi tenê bihêlin. Çawa jibo Komara Kurdistan ya Mihabadê ji hemû perçeyên Kurdistanê harîkarî çûbû, pêwiste jibo Federasyona Rojavayê Kurdistanê jî hemû harîkar bîn.

Gotina Pêşawa Qazî Mihemed : 2X2=1

Dennis Dargul

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved