BasNews – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 04.02.2025 di civîneke rojnamevanî ya hevpar de bi Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera re ragehand, “Xelkê Sûriyê xwediyê îradeyeke bihêz e, em di qonaxa nû de piştevanî û alîkariya wan dikin.”
Recep Tayyip Erdogan ragehand, serdana dîrokî ya îro ya Ehmed Şera ji bo welatê wan dibe sedema hemahengiyeke nû û biratiyeke nû di navbera her du aliyan de.
Navbirî tekez jî kir ku, li paşerojê serdan û hevdîtinên navbera wan zêdetir dibin. Tekez jî kir, “Armanca me parastina yekparçeyîya axa Sûriyeyê ye, herwesa ji bo merema seqamgiriya siyasî û aborî em ji bo her pêngaveke erênî amade ne.”
Serokkomarê Tirkiyê di pareke din a gotinên xwe de got, “Em di rûbirûbûna rêkxistinên terorsitî de piştevaniya Sûriyê dikin, ev jî pêxemetî silametiya welat û devera me ye, herwesa em hêzên xwe dikin yek û em bi hev re xebatê dikin.”
Erdogan ron jî kir, “Divê Hikûmeta Sûriyê himbêza xwe ji bo tevaya pêkhateyan veke, herwesa divê jêrxaneyên wan parêzgehên ku wêran bûne careke din bên avakirin û em jî ji bo hemî alîkariyan amade ne.”
Navbirî di derheqa sizayên li ser Sûriyê de jî tekez kir ku ew dê piştevan û alîkar bin, ji bo ku hemî dorpêçên li ser Sûriyê rabikin. Tekez jî kir ku, divê welatên Erebî jî alîkariya Sûriyê bikin.