Li Swêdê li dijî dibistanekî êrîşek pêk hat, bi dehan kes mirin û birîndar bûn
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Li Swêdê li dijî dibistanekî êrîşek pêk hat, bi dehan kes mirin û birîndar bûn

BasNews – Polîsê Swêdê ragehand: Êvara îro 4.02.2025, li bajarê Orebro di êrîşeke çekdarî ya li dijî dibistanekê de herî kêm 10 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku êrîşkar piştî êrîşê xwe kuştiye.

Çavkaniyên medyayî radigehînin, polîs gehştiye cihê bûyerê û tîmên polîs û hewarçûnê li wê navçeyê re hatine şandin.

Wezîrê Berevaniya Swêdê, Jonar Stromr ji ajansa Swêdê ya TT re ragehandiye: Agahiyên di derbarê bûyera Orebro tirsnakin, ji ber ku bûyereke xwînawiye.

Ew dibistina ku êrîş lê hat kirin, 200 kîlomere ketiye rojavayê bajarê Stockholmê ye û heta niha jî nasnameya temam a wî kujerî nehatiye ragehandin.

Hêjayî gotinêye di vê demê de li Swêdê gelek bûyerên kuştin û êrîşên tundiyê zêde bûne.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved