BasNews – Berdevkê Tevgera Hemasê dibêje, “Danûstandinên pêvajoya duyem ya lihevkirina Xezeyê ji bo lihevguhertina dîlê navbera Israîl û Hemasê dest pê kirin.”
Berdevkê Tevgera Hemasê Ebiletîf Qanûn îro 04.02.2025 di ragehandinekê de eşkere kir, “Danûstandinên pêvajoya duyem ya lihevkirina Xezeyê dest pê kirine û ji bo vegerandina Filistîniyan û avedankirina kertê Xezeyê dilgerm in.”
Ebiletîf Qanûn amaje jî da, “Dagirkerî rêyê li bicihanîna lihevkirina agirbesta Xezeyê digire, ku dibe sedema paşxistina lihevguhertina êxisîran.”
Navbirî tekez jî kir, “Nûjenkirina nexweşxaneyan û çarekirina rê û rêbaran û bîrên avê jiyanê ji bo Xezeyê vedigerînin.” Herwea got, “Hemî bizavên dagirkeran ji bo nehêlana gelê me li kertê Xezeyê dê bişkên.”