Asayîşa Hewlêrê dest danî ser 25 kîlogrem madeyên hişber
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Asayîşa Hewlêrê dest danî ser 25 kîlogrem madeyên hişber

BasNews – Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê îro 4.02.2025, ragehand: “Piştî encamdana lêkolîn û komkirina agahiyan, me dest danî ser 25 kîlo û 5 grem madeyên hişber ên bi cura krîstal.”

Amaje bi wê jî da, ku, “Ev madeyên hişber ji aliyê şebekeyekî bazirganîkirin bi madeyên hişber, bi rêya kompanyayekî veguhestinê ve bi awayekî veşartî di nav 2 buriyên asin hatine veşartin û derbazî bajarê Hewlêrê kiribûn, bo veşartina vê madeya hişber, bi awayekî li dermanê qirkirina mêrûyan, serê wê boriya hesin hatiye pêçan, ji bo ku ew ji hêla kûçikê K9 ve neyê eşkere kirin û neyê dîtin.”

Herwaha aşkera dike, ku bi fermana dadwerê lêkolîna asayîşa Hewlêrê devdîrên yasayî li hember wê kompanyaya veguhestinê hatiye girtin.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved