Mihemed Helbûsî: Dadgeha Federalî nedestûrî ye û biryarên wê siyasî ne
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Mihemed Helbûsî: Dadgeha Federalî nedestûrî ye û biryarên wê siyasî ne

BasNews – Serokê berê yê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî bi tundî rexne li Dadgeha Federalî girt û bi nedestûrî bi nav kir.

Piştî ku Dadgeha Federalî cîbicîkirina yasaya lêborînê (ku tê gotin di berjewendiya erebên sunne de ye) rawestand, Mihemed Helbûsî di daxuyaniyekê de bi tundî rexne li Dadgeha Bilind a Federalî girt û got: Ev dadgeh destûrî nîne û biryarên wê siyasî ne.

Herwaha got: “Me gelek caran ragihandiye ku yasaya lêborînê ji bo efûkirina kesên bindest û bêguneh e, ne terorîstan, lê rawestandina vê biryarê ji aliyê dadgeha federalî ve siyasî û dadperwerî tê de nîne.”

Herwaha dibêje, “Em vê helwesta Dadgeha Federal qebûl nakin û em ê bi xwepêşandanan li hemberî vê dadgeha nedestûrî rûbirû bibin.”

Ev biryara dadgeha Federalî piştî wê yekê hat, ku çend parlamenterên Iraqê îtîraz li 3 qanûnên ku di 21ê Kanûna Yekem de li parlamentoyê hatine derxistin, ji wan qanûna lêborîna giştî, serrastkirina yasaya kesayetî, yasaya vegerandina zevî ji bo xelkê Kerkûkê, kirin.

 

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved