Ji Serokê Partiya Encûmena Netewî ya Kildan bo Serokomarê Iraqê: Rêz li pêgeha xwe bigre, çawa serokomar serdana binkeyê milîsên tewanbar bike?
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Ji Serokê Partiya Encûmena Netewî ya Kildan bo Serokomarê Iraqê: Rêz li pêgeha xwe bigre, çawa serokomar serdana binkeyê milîsên tewanbar bike?

BasNews – Serokê Partiya Encûmena Netewî ya Kildan û Serokê Hevpeymaniya Mesîhî rexneyên tund li Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd kirin û daxwaz lê dike ku rêz li xwe û pêgeha xwe bigre û ji bo kesekî wek Reyan Kildanî xwe biçûk neke.

Duh 03.02.2025ê Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd serdana binkeyê milîsên Babilyon a ser bi Reyan Kildanî kir, ku di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye û destê wî di gelek tewanan de heye û vê yekê gelek nîgeranî li gel aliyên Xirîstiyan ava kirin.

Vê derbarê de Serokê Partiya Encûmena Netewî ya Kildan  û Serokê Hevpeymaniya Mesîhî Cenan Cebar Buya Huseynî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wek Xirîstiyanekî Kurdistan û Iraqê em pir ecêb mane ji çûna Serokomarê Iraqê bo gel serokê grubeke Xirîstiyanan ku destê wan hebûye di tewanên deşta Nînowa û serokê wan di lîsteya kesên tewanbar de ye û ji aliyê Xirîstiyanan ve hatiye red kirin de ye ku ew jî Reyan Kildanî ye.’’

Herwaha daxwaz ji Serokomarê Iraqê kir; ‘’Rêz li pêgeh û nirxê peywira xwe bigre, ne ku xwe li hember serokê grubekî xwe biçûk bike, ku diyare çawa tê sponser kirin.’’

Ev di demekî de ye ku çend rojên borî de du mijarên gendelî û rişwet û tewana spîkirina pare hatin behskirin ku ya yekem peywendiya xwe hebû bi aşkerabûna dosyayekî gendeliyê li ser kompanyayekî ku dihate gotin kurê Serokomarê Iraqê beşa wî têde heye, ya duyem jî ew bû ku ji aliyê Desteya Destpakiya Iraqê ve kesek hat girtin bi navê Çalak Sebah Omer û di dema wergirtina rişwetê de ew hat girtin û ew jî sekreterê Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd bû.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved