Dennîs Dargul
Rojavayê Kurdistanê, di demek gelek nazik re derbaz dibe. Di vê dema nazik re taybet dagirker li hemberî Kurdan ranaweste. Dê hêrişên xwe berdewam bikin. Gotinek Hz. Elî heye:
“Her kesê pişta Te vedimale ne Doste, dibe ku ew jibo ku xencerekê lê bixe, cîh digere...”
De em temaşeyî dîroka Kurdistanê dikîn gelek dostên sexte me dîtine. Me gelek kesayetên wek Bira lê xencera jehrî hev û din dane, me dîtine. Ji ber vê rastiyê em Kurd di warê desthilatdarîya niştimanî, ya xak û welat de, dersan ji dîrokê dernaxîn. Di dîrokê de ferset carekê bi dest dikeve: “Ferset wek meşa kusî ji mirovî re tê, lê wek babelîskê jî dibore...” Niha li rojava: derfet û ferseta xwe bi hêz kirinê, bijareya dost û dijminan, jiyanek mayîn de jibo gelê kurd, rû da ye. Ev Fersete her car nayê: Di demên waiha de, kesayetên dilsoz, xizmetkarên gel û welatê xwe derdikevin pêş. Lê her wiha kesayetên xwe perest, bexîl, zikreş û bê mustewa jî derdikevin meydanê. Di gelek şoreşan de serkeftin bi encam bûye, lê dawîyê de Şoreşger, xizmetkar, dilsozên gel û welat nebûne desthilatdar û winda kirine. Nabe li Rojavayê Kurdistanê jî ev Rû bide. Axa niştiman bi xwînê tê avdan eger te bi xwîna xwe welatê xwe avne da ew ne welatê te ye.
Raste me gelek caran li ser Xaka Kurdistan berdêlên mezin dane. Gelek xwîn hatiye rijandin, gelek qurbanî û zehmetî bûrandine. Le ew zehmetî bê gelek caran bersiv mane. Heya Roja Evro çi lêpirsîn û vekolîn li ser qurbaniyên gelê me nehatine encam dan. Jiber ku me her dem ji ber bê îradeyî yê, bê hevgirtinê, bê plan û programê, me winda kirîye. Di dema ku di şoreşan de winda bikî, başî xerabiyên te hemû wek xerabî li ser layanê windakirî tê pejirandin. Dîrok, di dema windakirinan de, berovajî dibe Yê mafdar wek ne mafdar, yê zordest wek yê merhamet, yê şoreşger wek terorsit, yê zana wek nezan, yê baş wek xerap tê pênas dan. Jiber vê rastiyê û serborên cîhanê, desthilata Rojavayê Kurdistanê,dost û dijminên xwe ji hev cûda bike. Pêwendiyên diplomasi li gel Serok Barzanî gavek gelek baş bû. Serok Barzanî xwedîyê rêbazek pîroz ya kurdewariyê ye. Mafên kurd li kû be, Serok Barzanî jî li wi re. Xwedî lê derdikeve û jibo parastina mafên gelê kurd amade ye her cûre harîkariyê bike. Her wiha Pêwendiyên li Gel Emrîka, Frense, Elmanya û welatên din rojava gavên giringin. Di Xeta Rojavayê Kurdistanê de bawer dikim me Rusya baş naskir. Rusya li Efrînê pişta xwe da Kurdan û Esmanê xwe ji Dagirkeriya Tirkan re vekir û Efrîn hat dagirkirin. Emrîka jî, di şevek û rojekê de pêşiya Tirkan vekir ku Serê Kaniyê û Girê Spî dagir bikin. Bi deh hezaran gelê me ji Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî koçber bû û niha grupên tundrew yên Îslamî, bermahiyên DAİŞ ê, takekesên cîhatçî û terorîst, li ser xan û malê kurdan in. Îran jî, her dem piştgiriya Rejîma Esed dikir ku ji zordariyê pêve hem li Iraq, Başûrê Kurdistan û Hem jî li Suriyê û Rojava çi karek baş encam neda ye. Her dem Îran, Tirkiyê, Rusya piştgiriya dîkdatoran dikin û berdewam jibo ku kurd, çi mafan bi destnexin di nav kombûnan de ne. Beriya ku Rusya û Îran li Surîyê winda bikin: Çi mafek jibo kurdan qebûl nedikirin. Rejîma Suriyê çi gotiba ew hev nerîn bûn. Niha jî Rusya qala Federasyonê dike. Lê weke bûkelemûne, kengî dê qilifê xwe bigohêre, ne diyare.
Îran jî her wisa, her çend babeta Şîa Mezhebîyê ji xwe re felsefe girti be jî, yên gotara Hz Elî bi cîh nayne. Jibo ku li Suriyê Kurd çi mafan bidest nexin ber dewam li gel Komara Tirkiyê, li hev kom dibin û li dijî Kurdan biryaran derdixin. Dewleta Iraqê jî wek dû perçe derdikeve pêşiya mirov. Xaka ku Şie Meseb Desthilatdarin û Herêma Kurdistanê heye. Yanî Bexda û Hewlêr. Bexda di xeta Îranê de ye û li dijî mafên gelê Kurd yên Rojava ne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, hev sinûre li gel Rojavayê Kurdistanê. Taybet hev sinûrî li gel herêmên PDK û Serok Barzanî de heye. Lê pêwendiyên Desthilata Rojava ne li gel Cîranê xwe yê hev sinûr, lê li gel Hevrikê cîranê xwe YNK ê pitir doste. Ev navnîşanek xelete. Bila pêwendi hebîn hetta hevkar bin jî, lê hevsinurîya Başûr û Rojava, paşeroja du perçeyên Kurdistanê, bi hev re girê dide. Yanî Başûr û Rojava yêk qederin. Lê em Jibîr nekîn di referandûma Serbixweyiya Kurdistanê de, “YNK a Nû” Kerkûk radestî milîsên Qasim Suleymanî kir. Herêmin Madda 140 ji nû ve kete destê Heşt-i Şehbiya Îranî. Ev tecruba li Başûrê Kurdistanê giringe. Xaleke giring ya Rojavayê Kurdistanê heye ku ji Başûr gelek cûda ye û giringe: Ew jî desthilatdariya Tekane ye. Tiştek gelek başe ku li Rojavayê Kurdistanê, yên gotar, yêk leşker û yêk deng heye. Di Kombûnekê de Berpirsî Emrika wiha got: “Em bi Desthilata Bakurê Surîyê gelek dilxweşîn bes yêk Muxatap heye. Yêk deng û biryarin. Lê li Başûr, Hewlêr heye û Silêmani heye. Gelek caran em di dan û standinan de, li gel van herdu layanên Kurdî zehmetê dibînîn...”Ev rastiyeke ku pêwiste Rojava yêk dengiya xwe biparêze. Partiyên din yên kurdî ku derveyî Desthilata Rojavane ew jî beşdar bibin û bi hev re xak û welatê xwe biparêzin. Hilbijartinan encam bidin û Parlamena Rojavayê Kurdistanê ava bikin.
Taybet di van rojên dîrokî de, Tirkiyê bela xwe li Rojava de ye. Rojane hêriş dike û xelkê medenî şehîd dixe. Ew grupên Tundrewên Îslamî û Nijadperstên Tirk, beriya li hevkirnan û pêvajoya aştiyê bi A. Ocalan re dixweze rojava û cîhên stratejîk dagir bike. Beriya li hevkirinê dixweze PKK dest ji çek berde, beriya li hev kirinê dixweze YPG ji rojava derkeve, beriya li hevkirinê Qeyyuman datîne ser Serokên belediyên Bakûrê Kurdistanê, her wiha dixweze dijminahiya Başûr û Rojava zêde bike. Jibo vê plana xwe her curre provakasyonan encam dide. Jibo ku hevdîtina Rasteqîne ya Serok Barzanî û Mazlûm Ebdî vala derxîne û puç bike, li Başûrê Kurdistanê dest bi hêrişan dike. Şer û alozîyê derdixe û xelkê sivîl şehîd dixe û Pêşmerge û Gerila dike dijminê hev û din. Ji van hêrişên Tirkiyê yên li ser Bendava Firatê û devera Kobanî yê diyare ku hevdîtinên wan yên li gel A. Ocalan, bê encame. Listikek xûyaye. Kurd pêwiste li her çar peçeyên Kurdistanê harikariya deskefta Rojavayê Kurdistanê bikin. Di li hevkirin û yêkitîya hemû partiyên Rojava de, harîkar bin. Li her derê jibo ku vê destkeftê qahîm bikin û biparêzin, bikevin nav çalakiyên medenî. Xwedî zimanê xwe, çanda xwe derkevîn û statuyek resmî di destûrê de, misoger bikin.
Başûrê Kurdistanê ji taybet Serok Barzanî, dixweze li Rojavayê Kurdistanê Mafê gelê Kurd were mîsoger kirin û jibo parastin, yekitî û xebata wan jî, her dem harîkar bûye. Di vê cîhanê de jibilî Tirkiyê hemû kes jibo Rojava keyfxweşe. Êdî qedera me di destê me de ye. Brano serkeftin jî bi yêkgirtiyê ve durist dibe.
Dennîs Dargul