BasNews – Pisporê zanistên civaknasiyê Zîrek Ebdula pirtûkek bi navê ‘’Sosyolojiya Xiyanetê’’ belav kir û di pirtûkê de bi hûrî behsa lêkolîna derbarê têgeha xiyanetê û sedemên serî hildana wê û belavbûna wê dike.
Zîrek Ebdula xwedî doktoraya zanistên civakî ye û li Almanya dijî. Pirtûka ‘’Sosyolojiya Xiyanetê’’ belav kir ku di bergeya piştî pirtûkê de pênaseya xiyanetê kiriye, ku ‘’Pêktê ji şikandina peyman, bawerî û bendewariyên di peywendiyên di navbera du aliyan û dema bidestanîna reftarên dijî norm û pîvanên birêveçû û nirxên civakê pêktên’’
Herwekî ku ronî dike xiyanet ji aliyê dijminekî nediyar ve tê ku ew bixwe di bedena kesekî dilsoz de veşartiye.
Herwaha dibêje: ‘’Xuyaye di civaka naha ya Kurdistanê de, xiyanetkarî mod be bo bidestanîna pare’’ ji aliyê hinek kesan ve.
Bi baweriya Zîrek Ebdula nifşek li berdestê xiyanetkaran bê perwerde kirin, berdewam metirsîdare û dikare di her kêliyekî de derbeyê li niştiman û welat bide. Ji ber xiyanetkar her xiyanetê berhem tîne, ne ku niştimanperweran.
Dawiyê de jî wek erkê rewşenbîran diyar kiriye ku tekoşînê li dij xiyanetkaran bikin û dibêje: ‘’Civaka rewşenbîrên rijd, rexnegir, azadîxwaz û mirovdostbin, rê nadin hebûna diyardeya xiyanetê li niştiman hebe.’’ Û dibêje: ‘’Bi bêdengiya li hember xiyanetê, rewşenbîr xiyanet li netewa xwe dike.’’