Dennîs Dargul
Welatên Tirkiyê û Îranê kevintirîn muesesene li Rojhilata navîn. Desthilatdariya wan ya dîrokî ji hezaran salan derbas dike. Xwedan arşîv, serborek dewlemend û rîh û rîşalene. Van her dû welatan, di dema xwe de desthilatdarî li ser tevahiya Xaka Kurdistanê kiriye û car caran dest guhêrî ye. Heta bi rêkeftina Qesrî Şîrîn Kurdistan kirin 2 Perçe û di peymana Lozanê de Kurdistan kirin 4 perçe.
Xaka Kurdistanê her dem meydana şerê desthilatdaran bûye. Gelê Kurd ji ber şer û cenga van her du welatan, di dîrokê de rojek rehet derbaz nekirî ye. Desthilatdarî, talan, kuştin û zordarî para van herdû welatan bûye û para Gelê Kurdistanê jî, bindestî, mal wêranî, mêtîngerî û tevkujî bûne. Piştî hilweşîna desthilata Osmaniyan, welatên Rojava wek Frense, İngilîstan, jibo berjewendiyên xwe Kurdistan dagirkiri be jî, wan ji hemû desthilatdarên Rojhilata navîn zêdetir Gelê Kûrd û mafên wan pişt guhên xwe ve avêtin. Ev rastî di hemû welatên rojava de, wek pêşîmaniyekê xûya dike ku dixwezin van desthilatdarên Tirk û Fars yên demode bûne, biguhêrin. Lê di şêwazê xebata wan de, li hemberî Îran û Tirkiyê bi pîvane, hesase û li gor berjewendiyên xwe ye. Di heman demê de serkêşiya welatên Rojava Emrîka dike. Mezintirîn hêze di cîhanê de. Jibo Emrîka rojhilata navîn giringe. Pêwendiyên wan li gel welatên Rojhilata Navîn ev Sed Sale di asta herî bilind de berdewam kir. Lê di encamê de, statukoparêziya Rojhilata navîn, hizir û bîrên nîjadpersetî û olperestiya siyasi, berjewendiyên wan têk dide. Wek astengiyekê dikeve pêşîya guhêrîn û veguhêrînan. Emrîka, herdem Tirkiye ku Endamê NATOyê ye, giring dibîne û hev peymane. Îran jî piştî hilweşîna Şah û dijberîya Melayên Îranê li dijî Îsraîlê, berjewendiyên Emrika têk dane. Îsraîl jibo Emrika û tevahîya welatên Rojava giringe. Piştî Komara Tirkiyê ya Kemalîst, êdî Îsraîl wek pira Rojhilata navîn, alternatîfa herî mezine jibo welatên rojava ye. Emrîka ev 20 sale dixweze, bi rêya Komara Tirkiyê guhertinan li rojhilata navîn bike. Yanî xeta “Îslamiya Nerm” li tevahiya rojhilata navîn ji bilî Israilê ku hemû welatên bisilmanin, bi bandor bike. Yanî sîstema Tirkiyê wek nimûne li tevahiya welatên İslamê belav bike. Li gorî Ragihandina Tirkiyê û Îddiaya Serokê Partiya Refahê Necmêdîn Erbakan, Recep Tayîp Erdogan di sala 2002yê pêwendiyên xwe li gel Îsrailê xweşkirin. Di sala 2005ê jî “Nîşana Xizmeta Bilind ya Cuhîyan”, “Nîşana Cesareta Cûhîyan” wergirt û li gorî belgeyan û nasnama Endam bûyîna Masonê, wergirti bû.
Recep Tayîp Erdogan, di heman demê de axaftinek kir û wiha got: “Ez Hevserokê Rojhilata Navînim” “Nabe êriş li ser Îsrailê were kirin”
Sal dem derbaz bûn, hevserok destpêkê bi gotinên xweş, helbestên azadane, peyvên aştiyane ve daket meydanan. Hetta çend heyv hate girtin û qedexa siyasî dana ser kesayeta wî. Ev xebata Recep Tayîp Erdogan heta pêvajoya Aştîyê berdewam kir. Li gel bihara Erebî û heta sala 2012ê li dijî Suriyê li gel Emrîka Artêşa Suriya Azad avakir. Êdî Emrika rolek mezin dana bû pêşiya Tirkiyê û Serokwezirê wê. Lê her roja derbaz bû grupên Tundrew yên İslamî li dora Erdogan kom bûn û dest bi dijberiya Kurdan û kêmenetewên din kirin. Êdî çi grûpek îslamî hebe, Erdogan xwest li dora wan be, xwedan dikirin, perwerde dikirin û bi hezaran kirin welatiyên Tirkiyê. Di şer de her cure harîkarî radestî van grupan kir. Pêwendiyên xwe li gel Rusya xweşkir. Çekên Parastinê bi tevî endambûyîna NATOyê, ji (S 300) Rusya kirîn.
Bi tevî pêldana DAIŞê êdî R. Tayîp Erdogan jî guherî. Ji bazina Hevserokatiya Rojhilata Navîn derket. Xwe daxist Prototîpa Îsrailê. Êdî Nîjadperstî û Oldariya Îslamî ji xwe re kir rêbaz û şerê Kurdan, Suriyê, dijberiya Emrîka û Ewropa pêş xist. Di warê Aborî, maddî manewî, gelê Tirkiyê zeîf kir. Giraniya xwe da çek û teqemenî û şerê li dijî Kurdan ku heta evro berdewam dike. Êdî Karên Îranê bi rêya Hizbûlahê ku li dijî cîran û welatên curecur encam dide, Erdogan jî êdî bi rêya Grupên Selefî, Tundrew,, Nijadperstên Tirk-Îslamî, dest bi destwerdana welatên curecûr kir. Îranê ev bi salane pirsgerekên xwe jibo ku veşêre, avêtine derve. Êdî Erdogan jî jibo ku Pirsgerekên navxweyî veşêre, Çaresriyê bi rêbazên leşkerî ji derve digere. Di rastiyê de hem Îran û hem jî Tirkiyê êdî wek Muessesa Dewletê demode bûne. Modelê Şîetîyê an jî Sunîtîyê nema ye. Lê ev her du Rejîmên Tirkiyê û Iranê, di xeletiya xwe de bi Israrin. Îran hate astekê pîyên wê hatin birîn. Hîlala Şîe jibilî piyê Iraqê, hate sekinan din. Grupên Heşdî Şeibî yên li ser Îranê ve, di nav demek kurt de, werin ji nav birin. Êdî Îran, taqeta şerê Îsrailê û Emrîka nema ye. Welatek bi tenê mayî, aboriyek nizim, pereyek bê nirx, di nav cezayên dorpêça nav dewletî de ye. Li gorî Emrika bi rêya Îsrailê, Îran êdî ne xeteriyek mezine. Jibo rûxandina rejîma Îranê jî çi dema alternatîfek nava Îranê amade bû, ji nav birin ne zehmete.
Di heman demê de rola Hevserokatiya Rojhilata Navîn ku sala 2002yê Emrika dabû R. Tayîp Erdogan ji sala 2020 (3 January 2020) jê stend û radestî Îsrailê kir. Êdî dizaynkirina Rojhilata Navîn, kete destê Îsrailê. Çawa di salên 2010ê Erdogan behsa guhertina Rojhilata navîn dikir, destê wî li ser nexş û nigaran bû, qala sistemên federal dikir, di heman demê de Îsrail ew rol girtiye ser xwe û qala guhertinên nexçeyê dike.
Di heman demê de diyar bû ku yên Suriye Kontrol dikirin ne Tirkiye bû derket Îsrail bû. HTŞ derket ku handanek û piştgiriyek ji welatên Rojava û Îsrailê wergirt û yêk ser danan dewsa Bişar Esed. Bêyî ku fîşekekê bi teqînin, çend rojan de Şam kontrol kirin. Grupên ser bi Tirkiyê ve ku li dijî Kurdan hatine amade kirin û li Efrina dagirkirî kontrol dikin, bi tenê man. Tirkiyê hewilda ku vê guhertinên li Suriyê li gorî berjewendiyên xwe li dijberiya Kurdan bi kar bîne û yêkser çûn Şamê û pêwendi bi Serokê HTŞê re encam dan. Li Mizgefta Emewî Dua jibo Ebubekir Bexdadî, Usama Bin Ladin û Serkirdeyên xwe yên şeran de kirin. Li Tirkiyê jî wisa nîşan dan ku weke serkeftina Tirkiyê ye ku Bişar Esed jinav çû. Tirkiyê xwest, HTŞ û grupên bi ser wan ve li dijî Rojavayê Kurdistanê bi kar bînin. Lê HTŞê ev qebûlnekir û pêwendi li gel HSDê encam da. Lê grupên ser bi Tirkiyê ve, her roja yêkem dest bi êrişan li ser Kurdan kirin. Jin di malan de şehîd kirin û bi durişmên nijadperst û hovane xwestin Rojava têk bişkênin. Bi hezaran xelk disa koçber kirin. Hin deverên wek Minbiç dagirkirin.
Li hemberî vê helwesta Tirkiyê, wezirê berevaniya Îsrailê bi daxûyaniyekê got: “Tirkiye bila keyfa xwe neyne, me Rejîma Esed hilweşand. HTŞ bi piştgiriya me hate Şame...”
Îsrailê li hemberî vê hewildanên Tirkiyê, dest bi êrişan li ser baregehên leşkerî yên Suriyê kir. Êdî wisa li Surîyê kir ji bilî “Keleşînkovekî Hişk” jibo HTŞê tiştek nema ye. Bedilên leşkerî jibo Suriyê di heman demê de bes hêza Kurdî HSD ma ye. Grupên ser bi Tirkiyê ve jî, kes nasnake û Şam bixwe jî li gel van grupan bi nakoke. Êdî hemû cîhan dizane ku grupên li Efrinê yên Tirkiyê cîhatçîne, para mîliterin, bermahiyên DAİŞê ne û grupên teroristin. Tirkiyê Ev grupene, jibo dijberiya Statuya Kurd li Suriyê çênebe, amade dike û rojane êrişan tine ser Rojava. Ji van êrişan di serî de NATO, UN, YE û bi giştî welatên Rojava, komelên mafê Mirova bêzarin û dixwezin Tirkiye dest bi van êrişên xwe berde û dest werdanê li Suriyê çêneke. Ji bilî Tirkiyê di vê cîhanê de kes HSDê, xeter û terorist nabîne. Berovajî wê li gel wan HSD wek şervanên azadiyê bi nav dikin û cîhê rêz û harikariyê ne.
Dennis Dargul