Serokê Hikûmetê û Wezîrê Derve yê Fransayên hewldanên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê gotûbêj kirin
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Serokê Hikûmetê û Wezîrê Derve yê Fransayên hewldanên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê gotûbêj kirin

BasNews – Serokê Hikûmetê û Wezîrê Derve yê Fransayê li Davosê civiyan û çend mijarek gotûbêj kirin.

Îro 23.01.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê li gel Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noel Barrato  civiya û Serokê Hikûmetê amaje bi peywendiyên dostane yên di navbera Fransa û herêma Kurdistanê kir û spasiya piştevaniya berdewam a hikûmet û gelê Fransayê li gelê Kurdistanê kir.

Di civînê de gotûbêj derbarê pêşxistina peywendiyên dualî û serkeftina proseya helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, hewldanên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê û giringiya çareseriya pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal hate kirin.

Serokê hikûmetê teqez kir: ‘’Herêma Kurdistanê, erk û pêbendiyên destûrî yên xwe bi temamî cîhbicîh kirine, ji bo wê pêwîste mafên xelkê Kurdistanê neyên binpêkirin û divê rêz li pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê bê girtin, mûçe û mafên darayî yên xelkê Kurdistanê bên şandin.’’

Di beşek din a gotûbêjan de nêrîn derbarê guhertinên li Sûriye û Rojhilata Navîn hatin danûstan kirin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved