Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Serokwezîrê Holandayê civiya
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Serokwezîrê Holandayê civiya

BasNews – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya beşdarbûna xwe ya li Forma Aborî ya Cîhanê Davosê de, li gel Serokwezîrê Holandayê civiya.

Îro 22.01.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê li gel Serokwezîrê Holandayê Dick Schoof civiya û di hevdîtinê de herdu aliyan besa giringiya bihêzkirina peywendiyên dualî yên di warên cuda de kirin.

Beşekî din a gotûbêjan jî taybet bû derbarê guhertin û pêşhateyên li rojhilata navîn û bi taybet jî Sûriye, herdu alî hemnêrînbûn li ser pêwîstiya parastina aştî û seqamgirî û piştevaniya civaka navnetewî bo pêkanîna hikûmetekî giştgîr û hemûalî û beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyê di proseya siyasî û rêveberiya welatê xwe de.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved