BasNews – Berpirsa beşa dûvçûn û lêkolînê yê PDKê ku heman demê de endama Komîteya Navendî ya PDKê Dr. Çinar Seed Ebdula behsa serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Davosê dike û bi giringî behs dike.
Dr. Çinar Seed Ebdula ji BasNewsê re ragehand: ‘’Beşdariya Mesrûr Barzanî li Forma Aboriya Cîhanî ya Davosê gelek giringe û dê bandorên wê yên siyasî û aborî û dîplomatîk hebin û bandorên erênî li ser pêgeha Herêma Kurdistanê li navendên navnetewî çêke. Ji ber wê konferansên waha bi taybet jî Davos, sedeme ji bo hev nasîn û civînên rêveberên cîhanî û avakirina lînka peywendiyan li gel welatên cîhanê di asta hikûmet û kompanyayên di warê veberhênanê de û salane li wê derê gelek pirsên giring gotûbêj li ser tên kirin, herwaha axaftin li ser çarenivîsa jîne û pirsgirêkên germbûna cîhanê û hişê zîrek tê kirin. Pirsa peywendiyên bazirganî û dîplomatîk û eger û guhertin hemû tên behs kirin. Kurdistan wek karakterekî navnetewî ya çalak û wek hevkar û hevpeymaniya hêzên hevpeymana navnetewî ya tekoşîna dijî DAIŞê kariye di heyama salên borî de de li nav wan hevsengiyên navdewletî de cîh û pêgeha xwe veke.’’
Herwaha got: ‘’Kak Mesrûr Barzanî wek Serokwezî bihêz û bi bandore li navçeya xwe û serpereştiya mala Kurdistanê ya li Davosê dike, ku ew mijarekî gelek giringe, kurd mala xwe heye li wê derê. Ji nêzîk ve hevdîtinê li gel wan kesayetên herî bi bandor dike. Mesrûr Barzanî tîne bîra wan rêveberên cîhanî ku pêgeha Kurdistanê çawa ye û derfete bo ku pirsgirêkên Kurdistanê bên behs kirin. Bi taybet pirsa henardekirina petrola Kurdistanê û giringî dan bi sektora enerjiyê li Kurdistanê û ev avakirina lobiyê ye, zêdetir ji bo piştevaniya navnetewî ji Kurdistanê re û ezmûnên Kurdistanê re bê kirin. Ji ber mixabin hîn metirsî û gef li ser me hene û dibe ku dijminên me hebin ku ji vê ezmûnê hesnakin.’’