BasNews – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê li gel şandeke Qraliyeta Behreynê civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 21ê Çile li Davosê li gel şandeke Qraliyeta Behreynê civiya, ku ji Mîr Îsa bin Selman Al Xelîfe, Wezîrê Darayî û Aboriya Niştimanî Şêx Selman Bin Xelîfe Al Xelîfe, Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê Ebdullah Adil Fexro û Serokê Dîwana Welîahd Şêx Selman Ehmed El Xelîfe pêk hatibû.
Şandeya mêvan silavên Qralê Behreynê Şah Hemed Bin Îsa Al Xelîfe, welîahd û Serokwezîrê Behrêynê gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadehiya Welîahd Behrêynê ji bo pêşxistina peywendiyên digel Herêma Kurdistanê di warên cuda de nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Qraliyeta Behreynê bi taybetî, Qral Hemed kir û tekez kir ku ew dixwazin peywendiyên dualî zêdetir bihêztir bibin.