Serxet û Binxet
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×
Dennis Dargul

Serxet û Binxet

Dennîs Dargul

Li Rojavayê Kurdistanê, sînorek dûr û dirêj li gel Komara Tirkiyê heye. Ev sînore 911 km ye. Em Kurd vî sînorê bê wate wek SERXET û BINXET bi nav dikîn. Bajarên Kurdan gund û nahîye qeza li ser vî sînorê bê wate û destçêkirî, di 20ê Cotmeha 1921 ê de di navbera Fransa û Komara Tirkiyê de, hatiye destnişan kirin.

Lê ev sînorê Bakûr û Rojava bi tevî derbazbûna Sed salan jî, hêşta bi Dîwaran û Mînan ve tê parastin. Yanî gund û bajarên civaka Kurd ya Serxetê û Binxetê, bi van amûrên zaliman ve hatiye qut kirin. Ji ber ku herdu civak xizmên yêkin yek netew û yek canin, jihev nayên veqetandin. Bi hezaran Kurd li ser vî xetê Kurdistanê jiber ku serdana xizmên xwe didan, şehîd ketine. Di cêjnan de trajedîyek mezin rû dida ku her dû civakên kurd pişt telstriyan ve, cejnên hev pîroz dikirin. Hemû cîhanê ev trajediye temaşe dikir. Ji ber ku zimanê kurdî yê gelê kurd yên li Bakur dijîya qedexe bû, di şahîyan de, Muzîka Kurdî, binxetê vedikirin û li ser xetê jî dawet li ber vê Muzîkê encam didan. Her malbatek Ser xetê û binxetê trajediyek heye ku mirov dikare bike roman, serpêhatî, şanogerî û  filmek sînemayê. Mixabin, vî gelê Kurd yê xwedan rîh û rîşaleyên dîrokî, xwedan ziman, çand û wêjeya dewlemend, ev îşkenceye, zulme û dagirkirine heq nekirî ye. Ev ne qedere, ev ji bê semyaniyê rûdaye û li ser gelê kurd hatiye ferz kirin. Li Binxetê Ereban dest danan ser nasname, mulk û malê kurdan û kurd bi darê zorê li ser xak û welatê wan koçber dikirin û “Kembera Zulmê di Salên 1975” an de li ser kurdan sepandin. Kurd wek penaber, bê nasname û mêvan qebûl kirin û xistin bin kontrola erebên nîjadperest. Navê Komarê jî kirin “Komara Erebî ya Surîyê’’. Yêk al, yêk ziman û yêk serok li vî welatî hate sepandin. Her wek kopiya Komara Tirkiyê, xwest civaka Suriyê ya renga reng bixe di nav yêk kirasi de û ew jî kirasê Erebî bûye. Yanî hemû kesê li Surîyê dije, “Erebin”. Sistemek totalîter, dîktatorî û zalimane hate avakirin. Ev Nîjadperestiya Ereban qet ranewestiya û li sînorên rojava û Bakûrê Kurdistanê, rojane kesayetên kurd dema hatin û çûnan de şehîd diketin. Lê hemberî van êrişên Tirkan desthilata Beisiyan hem ker û hem jî lal bû. Ji ber ku ew kurd bûn lê ne Ereb bûn. Desthilata Beisiyan bi hezaran kurd ji ber Kurd bûna wan di eşkencan de derbaz kirine, bi hezaran şehîd kirine û bi sed hezaran jî ji ber kurdbûna xwe koçber bûne.   

Heta sala 2012ê serdema Bihara Erebî, Kurd rastî her cûrre zordestiya Erebên Suriyê hatin. Taybet tayfaya Beisiyan her cûrre zordarî li ser rewşenbîr, zanyar, nivîskar, hunermendên kurd re derbaz kir. Ev desthilatdariya Beisiyan gor bi gor bû çû.

Em werin li Rewşa “Ser-Xetê”, ji xwe dewleta Tirkiyê mezintirîn desthilate wek cîran li gel Rojavayê Kurdistan ê. Serxetê her dem jibo Komara Tirkiyê cîhê gumanê bû ye. Projeya Mînan di navbera sînorê Ser xetê û bin xetê Komara Tirkiyê durist kir. Paşê qayîl nebû dîwarek jî di navbera Civaka Kurd re damezirand da ku çi pêywendi li gel hev û din nemîne. Li bin xetê bibin Ereb li ser xetê jî bibin Tirk. Ev projeye heta Evro berdewam dike. Komara Tirkiyê li Ser-xetê civaka kurd, erdnigariya wê, avên wê, dîrok û şûnwarên wê têkdane. Tekdana li Kurdistanê, herî gelek li

Ser-xetê hatiye encam dan. Li Bajarên Merdîn, Riha, Dilok ku sînorin li gel Rojavayê Kurdistanê, zordariyek mezin li wê deverê encam daye. Berî her tiştekê hejmara Erebên hewirde û Tirkmenan li van bajaran zêde kiriye. Di helbijartinan de ti caran mecal nade Kurdan nûnerên xwe derbixe. Çi dema nûnerên Kurdan derketin, bi behaneyên basît dikin zîndanan û bi terorê tometbar dikin. Serokên Beledîyan dema Kurd bin ji kar têne dûrxistin (qeyuman) û Tirkan ango cehşan datînin dewsa wan. Civaka ser sînor hejmarek zêde koçî derya Spî û Stenbolê kirine. Li Merdînê jî bi heceta şerê PKKê bi sedan gundên kurdan hatine hilweşandin û gelê kurd koçberî Ewrupa û metropolên Tirkiyê kirine. Zimanê Kurdî hêşta ne fermîye û qedexe ye, dîrok û şûnwarên kurdan têkdane û navên wan guherîne. Li Bakûr bendav hatine durist kirin daku gundên kurdan koçberi deverên din bibe û dest danine li ser zevî û mûlkên wan. Erezyona vê deverê têk dane, çemê Firat û Dicle Pengandine û çi dema bixwezin, li ser Rojavayê Kurdistanê avê qût dikin. Navê dar û berên Ser Xatê kirine tirkî û navên Kurdî qedexe kirine. Yanî li gorî xwe asimilasyonek ku tawanek mirovahiyê ye, encam daye.

Di qada siyasî de, çep û rastên Tirkiyê dema dibe Pirsa Kurd, yêk deng û yêk helwestin. Dema dibe babeta Rojavayê Kurdistanê, jibilî Partiya Kurdî ya Parlamenê DEM ê hemû yêk gotinê dibêjin.

Komara Tirkiyê jibo Rojava çi dixwaze?

1-Nabe Kurd statuyekê li “Kurdistana Suriyê” bi dest bixin.

2-Nabe Zimanê Kurdî li Suriyê bibe Zimanê fermî.

3-Nabe Kurd li Şamê xwedan Îrade bîn.

4-Kurd nabe hêza wan ya Ewlekariyê û xwe parastinê hebe

5-Dibêjin, ew Xaka Kurd lê li Suriyê lê dijîn, esil ya Tirkmenane û hejmara Tirkmenan li Bakurê Suriyê 3 Milyone.

6-Nabe axa Suriyê sistema Federal, Otonom, Kanton were avakirin. Pêwiste uniter (yêk girti be) be û yêk ziman be (Erebî) û hemû desthilatdarî di destê Şamê de be.

Ev têgeheştin her ya Beisiyane. Çi ferqa vê têgihiştinê û têgihiştina dewleta Tirk tine ye. Wate grupên ser wan yên cîhatçî jî ji Serbirîna Kurdan pê ve çi zimanan fêm nakin. Para-Mîliterin û bes armanca wan tine kirina kurdan e. Ev grupên ser bi Tirkiyê ku evro êrişî Rojava dikin, piraniya wan erebên hawirde ne, grupên cîhatçi ne ku çi cîhek wan li cîhanê nema ye. Piranî bîyanî ne. Wek teroristên navdewletî tometbarin.

Em kurd pêwiste tiştekê ji Rayadarên Tirkiyê fêm bikîn, gelo hebûna PKKê li Rojava rastî gefe? Eger ev rast be, HSD daxwaza sînorên bêçekiyê dike. Lê bersiva Tirkiyê bes êrişin. Bi navbeykariya Emrîka Agirbesta hatiye ragihandin, bi balefirên şer bersiv dide. Medeniyan topbaran dike. Eger ev gumana wan derew nebe: “Leşkerê Roj” dikarin li Serê Kaniyê, Girê Spî, Efrînê  giştî bin xetê, li gel hêza polîsên xwecihî, li Rojava bi cîh bikin. Lê ev pêşniyaze hatiye kirin an na ez nizanim.

Tiştê tê dîtin, Tirk bi tenê mane, axa rojava ya di bin kontrola wan de, xelkê Kurd lê kême. Grupên wan yên çekdar jî, Para Militerin ku li dijî kurdan bi kar bînin.  Şam a Evro jî vê rastiyê baş dibîne û naxweze pêwendiyê li gel van grupan durist bike. Ji ber helwesta Tirkiyê ya dujminahiya Kurdan li çi deverên cîhanê nagirin nav kombûnan. Bi tenê mane û eniya Rojava li gel HSDê pêş dikeve. Hêza Leşkerî ya HSDê cîhê matmaniya welatên xwedan hêz yên Rojavane.

 Di heman demê de sê hêzên leşkerî li Surîyê hene.

  • HSD (Hêza Suriya Demokratîk): 120 000 Leşker(2 Hezar Kurdên Perçên din yên Kurdistanê ye)
  • AMS (Artêşa Milli ya Suriyê): 60 000 (Grupên ser bi Tirkiyê ne - lê %85 biyanîne bi nasnama Tirkiyê dijîn)
  • HTŞ (Heyetu Tehrîr Şam): 15 000 Leşker (4 Hezar Welatiyên biyanîne)
  • ENKS (Eniya Niştimanî ya Kurdistana Surîyê): 5000 artêşek bi navê “Leşkerên Roj” hatiye avakirin û li Başûrê Kurdistanê ne. Dema li hevkirinek HSD-ENKSê çêbe, dê vegerin Rojavayê Kurdistanê.
  • Durzî: 5000 (Yêkinîyen Parastina Durziyan) hene pirani ji ciwanên durziyan pêk hatine û di serdema beisiyan de jî ev yekîneyên leşkerî, hebûn.

Di nav van grupên leşkerî de, Kurd ji hemûyan bi şanstirin. Jibilî êrişên Dewleta Tirkiyê Rojava aramtirîn devere li tevahîya Suriyê. Piştgiriya Navdewletî ji hemûyan baştire. Di xebata siyasî de, xwediyê qedir û qiymetek mezine. Hêvîdarîn li Rojava li hev hatinek kurdî pêşbikeve. Kurd li Rojava bi yêk Îrade û Hêzê, li ser mêzên dan û stendinan cîh bigre. Daxwaza herî kêm jî, Federasyon be. Temaşe bikin hevdîtina Serok Barzanî û General Mazlûm Ebdî hêviyek mezin xiste nav Civaka Rojava û weke cejnekê pêşwazîkirin û hêviyên azadiyê mezintir bû. Hêvîdarim, ev hêviyên Gelê Kurd  li ser berjewendiyên partiyan de werin girtin.

Dennis Dargul

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved