Dennis Dargul
Serok Barzanî, di nav remzên me kurdan yên siyasî de, cîhek taybet digre. Ev taybetmendiye, wisa bi hêsanî dernekete pêş. Ev remze di encama kul û derdên hezaran salan, xebatek bê hempa ya şoreşgerî, ji rondikên dayikên şehîdan de, afirî ye. Di jiyana tekoşeriya netewî de, temenek dûr û dirêj ya xebata Netewî de avabû ye. Di siyaseta Netewî ya Kurdistanê de, pişti Salên 1980 yan di xebata zehmet ya man û nemana gelê Kurdistanê de Sê Serokên Kurd derketin pêş. Mam Celal, Serok Barzanî û A. Ocalan. Ji van serkirdeyane Mam Celal heri dawî wek Serokkomarê Iraqê hat hilbijartin û çu ber rehma xwedê. Ocalan jî di encama operasyonek navdewletî de, hat desteser kirin û li girtigeha Îmraliya Tirkiye ye. Serkirdeyê ku bikare serpereştiya maddi manewî ya Doza Kurd bike Serok Mesud Barzani ye. Serok Barzanî kesayetek dilsozê bidestxistina mafên Netewî yê Gelê Kurde. Di hemû perçên Kurdistanê de, remza hevîyê ye. Di cihanê de jî, xwediyê qedir û qiymetek mezine. Ev asta Serok Barzanî, di encama serborek demdirêj ya niştimanî de durist bû ye. Li hemberî hemû pêşketinên li Kurdistanê, xem dixwe. Dixwaze doza gelê kurd bi rêyên aştiyane ve, çareser bibe. Rêxistinên sîyasî yên li hemû perçeyên Kurdistanê ku taybetmendiya xwe heye, dikare ji serbora Serok Barzanî mifayê wergirin. Di dema em temaşeyî helwestên niştimanî yên Serok Barzanî dikîn, rastiyekê mirov dibîne ku ew jî kesayetek realiste yanî rasti bîne. Li gorî pêvajiyê, diplomasiyê, hêz û qûwetê, tewazina rastîn ya mifay û zîyanan, berjewendiyên stratejîk yên gelê Kurdistanê, helwest nîşan dide. Di heman demê de, rewşa Bakûrê Kurdistanê pêvajoya Nû ya hevdîtinên li gel kurdan, bi geşbînî pêşwazî dike û dixwaze li Bakûrê Kurdistanê Doza Kurd bi rêyên aştîyane û diyalogê ve werin çareser kirin. Tu caran destwerdan li nav perçeyên sîyasî Perçên din yên Kurdistanê, nekiriye. Ti caran xwe ji harîkarîya gelê Kurd, nedaye paş. Serok Barzanî, ji bilî rêbaza Niştimanî, her dem rêya başiyê, aştîyê û dostaniyê ji xwe re û ji beramberî xwe, prensîp girtiye. Kul û azarên mirov ji her takekesekî-ê kurd baştir fêm dike û dizane. Lê mixabin, rêxistinên kurd yên hemû Perçeyên Kurdistanê nekarîne ji vê rastiyê mifayê wergirin. Serok Barzanî di yêkem pêvajoya aştiya Bakurê Kurdistanê de, rola sereke hebû ye. Gelê Kurd di wê demê de di nav coş û şadiyek mezin ya azadiyê de bûye. Çûna Serok Barzanî ya Amedê jî nîyetpakiyek bû ku piştgiriya Doza Kurd bike û şer raweste. Lê pişti ku pêvajoya Aştîyê têkçû û şerê xendekan hate destpêkirin, Serok Barzanî li Bajarê Amedê jibo ku şer raweste aştî berdewam be kete nav hewildanên mezin. Lê edî biryara şerê PKK û Dewleta Tirk serqal bû û guh nedan Serok Barzanî.
Serok Barzanî, di dema Şerê Xendekan de, li bajarê Amedê hem daxwaz ji Serokkomarê Tirkiyê û hem jî daxwaz ji Nûnerên Siyasî yên Bakur kir daku şerî rawestînin. Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan li ber xatira Serok Barzanî 10 Rojan êriş rawestan û xwestibû barikatên xendekan rakin û şervan ji nava kolan û taxan derkevin. Ev peyama Serok Barzanî gihand serkirdeyên Siyasî yên Bakûrê Kurdistanê. Li Amedê di heman demê de kombûn çêbû û Serok Barzanî got:
“Ev şerê xendekan dê zerer û ziyanek mezin bide gelê kurd. Ez naxwazim dîmenên zarokên kurd di kolanan de bin pîyên tankan de, şehîd bikevin, bibînin.”
Di kombûna Amedê de yêk ji Hevserokên HDPê ya wê demê ji Serok Barzani re dibêje: “Ev pirsgereka me ya navxweyî ye, em dizanin ka çawa çareser bikîn” Serok Bazani jî got: “keyfa we ye lê encam dê karasat be…” wisa jî encam da. Ji 7 hezarî zêdetir gencên kurd canê xwe ji dest dan û gund bajarên kurdan hilweşyan. Paşê A. Ocalan jî got: "şerê xendekan yê PKKê encam da, malwêranî bû ye"
Ev nîmûne ji ber pêşbîniyên Serok Barzanî, serbor û dilsozîya wî ya li hember doza gelê Kurd nimûneya herî başe. Ji ber vê rastiyê Derfeta Li Rojavayê Kurdistanê derketiye pêş. Di serî de rêveberiya Rojavayê Kurdistanê paşê hemû derdorên xwedan hez û îrade, pêwiste bi eqilane, hêminane, kollektif, nav hestên yêkgirtí de, nexşerêya Rojavayê Kurdistanê darijin. Bi yêk dengî ú yêk rengî, daxwazên xwe ji raya giştî re eşkere bikin. Di vê amadekariyê de, komisyonên zanisti, rewşenbîrî, jibo sazkirina nexşerêyê werin avakirin. Rola rast û durist ya komisyonên siyasetmedar, zanyaran, akademisyenan pêwiste hebe. Di zutirîn dem de xebat jibo nexşe rêya Statuya Rojavayê Kurdistanê, were eşkere kirin. Di vê nexşe rêyê de, yêkitî, yêk gotarî û pêbendbûn bi biryarên mûşterek gelek giringe.
Hêvidarim hevdîtina Serok Barzanî û General Mazlum Kobanî dê bibe serkeftin û serferaziya gelê me yê Rojava. Di encam de, hemû Partiyên bin sîvana HSDê (partiyên derveyî wan) de û hemû partiyên bin sîvana ENKSê de, bi serê xwe tevnegerin, guh bidin şiret û serbora Serok Barzanî.
Wek Gelê Kurdistanê, bin yêk sîvanê de, daxwaza Sîstemek Federatîf ya Suriyê bikîn û Rojava jî bi Sistema hilbijartinê Parlamentoya Kurdistana Suriyê were avakirin.
Di encam de, daxwaza heri kêm ya Partiyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, pêwiste Federasyon be.
Dennîs Dargul