BasNews – Îro 15.01.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgira Wekîlê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Victoria Taylor kir.
Di hevdîtinê de Konsulê Giiştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Bittne û nûnerê taybet ê wezareta derve ya Amerîkayê yê karûbarê rojhilatê Sûriyê Scott Bolls ji amade bûn û pêşxistina peywendiyên dualî û hewldanên kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û guhertin û pêşketinên rewşa giştî ya Iraq û Sûriyê hat gotûbêj kirin.
Cîgira Wekîlê Wezîrê Derve yê Amerîkayê behsa giringiya pêgeh û rola Herêma Kurdistanê ya wek hevbeşekî welatê kir.
Herdu alî hevnêrîn bûn li ser giringiya henardekirina petrola Herêma Kurdistanê ya di demekî kurt de, ji ber di berjewendiya hemû aliyan de dibe û rawestana wê ziyaneke mezin daye budceya giştî ya Iraqê.
Beşek din a gotûbêjan jî taybet bû pêwîstiya dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û vê derbarê de Serokê Hikûmetê teqez kir ku Herêma Kurdistanê hemû pêbendiyên xwe di çarçoveya budceyê de cîhbicîh kirine, ji bo wê jî pêwîste Bexda mafên darayî yên herêmê wek pêkhateyekî federal û destûrî bişîne.
Rewşa giştî ya Sûriyê mijareke din a gotûbêjan bû, herdu alî hevnêrîn bûn li ser pêwîstiya parastina asayiş û aramiya Sûriyê û bidestanîna mafên gelê kurd û pêkhateyên din ên wî welatî.
