Erdogan: Ocalan jî naxwaze ji girtîgeha Îmralî ve bo girtîgeha malê bê veguhestin
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Erdogan: Ocalan jî naxwaze ji girtîgeha Îmralî ve bo girtîgeha malê bê veguhestin

BasNews – Serokomarê Tirkiyê di civîna xwe ya li gel berpirsên partiya xwe de ragehnd, “Ebdula Ocalan li girava Îmraliyê dimîne û sizayê wî ji bo zindanîkirina li malê nayê guhertin.”

Rojnamevanê nêzî hikûmetê û Serokkomarê Tirkiyê Ebdilqadir Selvî di gotarekê de ragehand, “Di civîna roja Yekşemê, 13.01.2025, ya Civata Serkirdetiyê û Perlemanterên Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) de pirsyara rewşa Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdula Ocalan û ihtîmala azadkirina wî an jî guhertina sizayê wî ji girtîgehê bo girtîgeha li malê ji Erdogan hat pirskirin.”

Ebdulqadir Selvî amaje jî daye ku Erdogan di bersiva wê pirsyarê de gotiye, “Rewşeke ji wî rengî li meydanê nîne û Ocalan bi xwe jî naxwaze ji zindanê derbikeve.” herwesa got, “Erdogan di wê civînê de daxwaz ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyê kiriye ku rewşa Ocalan ji bo xelkî ron bike.”

Tê çaverêkirin ku di civîna îro 15.01.2025 ya fraksiyona AK Partiyê de, Erdogan di gotarekê de hejmareke peyamên giring li ser qonaxa nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ragehîne.

Ev di demekê de ye ku, di çend rojên borî de Berdevkê Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyê (AK Partiyê) Omer Çelîk di konferanseke rojnamevanî de ragehandibû, “Îradeyeke bihêz li Tirkiyê û ji aliyê Devlet Bahçeli ve heye, pêxemetî nehêlana terorê di rojeva welatê me de.”

Omer Çelîk tekez jî kir, “Wekhevkirina Kurdan bi terorê re bê goman pirojeyeke emperyalî ye û îro jî Zayonî bizavê ji bo wê yekê dikin, lê Kurdan qet giringî bi vê pilangêriya empeyalî û Zayonî nedaye.”

Rojeva serekî ya niha ya Tirkiyê pirsa Kurdan û destpêkirina qonaxeke nû ya aştiyê ye. Ji bo vê meremê jî, di dema çend rojên borî de şandeke Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî), piştî civîna xwe ya bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdula Ocalan re, bi awayekî cuda bi aliyên siyasî yên Tirkiyê re civiya.

Tê çaverêkirin ku di van çend rojan de careke din şandeke Dem Partiyê serdana girava Îmraliyê bike û bi Ocalan re bicive.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved