Ajansa Anadolu: Yek ji berpirsên PKKê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê MÎTê ve li Silêmaniyê hat kuştin
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Ajansa Anadolu: Yek ji berpirsên PKKê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê MÎTê ve li Silêmaniyê hat kuştin

BasNews – Çapemeniya Tirkiyê ragehand, yek ji berpirsên PKKê yê li Rojhilatê Kurdistanê û yek ji damezrînerê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK)ê ku baskê leşkerî yê rêxistinbûna PKKê li Rojhilatê Kurdistanê ye Îslam Dotkanlou ku wek Amed Serhed tê naskirin di operasyonekî MÎTê de li gel pasevanekî xwe yê bi navê Akam Şahe ku wek Şivan Çiya tê naskirin, li derdora Silêmaniyê hatine kuştin.

Ajansa Anadolu ku zimanê fermî yê dewleta Tirkiyê ye, ragehand Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT)ê li navçeya Pêncewîn a ser bi Silêmaniyê di operasyonekî de Îslam Dotkanlou yê wek Amed Serhed tê naskirin û zêrevanê wî Akam Şahe yê wek Şivan Çiya tê naskirin, bê bandor kirine û ji kar xistine.

Hat ragehandin Îslam Dotkanlou sala 2002yê beşdarî PKKê bûye û di nav rêxistina çiya ya leşkerî de cîh girtiye û piştre derbasî herêmên Amed û Bedlîs ên Bakurê Kurdistanê bûye û di gelek çalakiyan de cîh girtiye. Herwaha sala 2009ê şûnd li herêma Makû, Urmiye û Mukriyan ên Rojhilatê Kurdistanê xebat birêve birine.

Ajansa Anadolu ragehand, Dotkanlou yek ji damezrênerê YRKê ye ku baskê PKKê yê leşkerî yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Hat ragehandin Dotkanlou ji sala 2020ê ve ji aliyê rêxistinê ve ji bo herêma Silêmaniyê hatiye erkdar kirin.

SON DAKİKA HABERİ: MİT'ten terör örgütü PKK'ya Süleymaniye'de operasyon

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved