Îmad Birho: Serok Barzanî peyamek ji bo gelê rojava û aliyên siyasî şandiye
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Îmad Birho: Serok Barzanî peyamek ji bo gelê rojava û aliyên siyasî şandiye

BasNews – Endamê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê ragehand, Serok Barzanî bi rêya Dr. Hemîd Derbendî ve nameyek ji bo gelê rojava û aliyên siyasî şandiye. Herwaha amaje bi wê yekê jî dike ku peyama Serok Barzanî ji bo hemû aliyan yekgirtin û yekgotarbûne.

Endamê ENKSê Îmad Birho ji BasNewsê re ragehand: Serok Barzanî bi rêya Dr. Hemîd Derbendî ve nameyek ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê û aliyên siyasî şandiye. Naveroka nameyê de daxwaza yekgirtin û yekrêzî li hemû aliyan û gelê kurd ê li Rojavayê Kurdistanê kiriye, ku bi şandeya hevbeş û li gel yek biçin danûstanên li gel desthilata nû ya Sûriyê, ku mafên gelê kurd li Sûriyê parastî bin.

Birho diyar kir, çûna Dr. Hemîd Derbendî wek nûnerê cenabê Serok Barzanî bo Rojavayê Kurdistanê çûnekî dîrokî û giringe û gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bi wî awayî dibînin. Bi taybet nûnerê Serok Barzanî di vê rewşa hestyar de nameyekî cenabê Serok Barzanî gehande gelê kurd li rojavayê Kurdistanê û ji tevger û aliyên siyasî jî daxwaza yekgirtîbûn û yekgotariyê bo paşeroja kurdan li Sûriyê kiriye.

Îmad Birho got: ‘’Rûniştina Derbendî wek nûnerê Serok Barzanî li gel Mezlûm Ebdî li Hesekê û civîna li gel ENKSê bê guman çend xalên serekî hatin gotûbêj kirin, ku di nameya Serok Barzanî de jî hebûye.’’

Herwaha got: Berdewam helwêstê Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê li gel gelê Rojavayê Kurdistanê bûye, berê jî Serok Barzanî navbeynkarî di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê kiriye û gelek caran destpêşxeriyên wî hebûne û rêkeftinên Hewlêrê yên 1 û 2 û herwaha rêkeftina Duhokê jî di nav de.’’

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved