BasNews – Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) di civînekê de li New Yorkê pesna rolê serekî yê Iraqê di seqamgiriya deverê de kir, herwaha Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê jî tekezî li ser giringiya dîtina çareyeke bilez ji bo qeyranên deverê kir.
Wezareta Derve ya Iraqê di beyannameykê de ragehand, “Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di çarçoveya serdana xwe ya ji bo New Yorkê de bi Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî António Guterres re civiya.”
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî di wê hevdîtinê de pêşwaziya “destpêkirina Iraqê ji bo serokatiya Koma 77 û Çînê” kir, herwaha ji bo wê berpirsyarîtiyê jî pîrozbahî li Wezîrê Derve yê Iraqê kir û tekez jî kir, “giringiya wê komê wekî hevpareke stratejîk di piştevanîkirina karnameya lûtkeya bê de heye”.
Ew kom mezintirîn koma hikûmetan di nav rêkxistina Netewên Yekbûyî de ye ku li sala 1964ê, ji bo piştevaniya welatên nûgehiştî û bihêzkirina peywendiyên bazirganî, hatiye damezrandin.
Herwaha Guterres “pesna rolê Iraqê di pêşvebirina pêşxistina berdewam a welatên nûgehiştî ji bo pêşkeftinê di warên cuda cuda de kir” û tekez li ser “pêdivîtiya bilindkirina alîkariyên navbera Iraq û Netewên Yekbûyî ji bo rûbirûbûna astengên hevpar û bilindkirina cihê Iraqê di meydana navdewletî de” kir.
Fuad Husên jî ji aliyê xwe ve “spasiya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî kir, ji ber alîkariyên wî yên avaker ji bo Iraqê, herwaha pesna bizavên Nûnerîtiya Netewên Yekbûyî ji bo Alîkariya Iraqê (UNAMI) û destkeftiyên wê di dema borî de kir”.
Wezîrê Derve yê Iraqê di wê hevdîtinê de “ronkirinên hûr li ser dawî pêşhatên deverê eşkere kirin”, herwaha amaje da “nîgeraniyên Iraqê di vê qonaxê de” û tekez li ser “giringiya vedîtina çareyeke bilez ji bo qeyranên niha kir, bi awayekî ku Ewlehî û seqamgiriya deverê gerentî bike”.
Guterres pesna rolê serekî yê Iraqê li deverê kir û xasma jî li ser pêşhatên Sûriye, Filistîn û Lubnanê, herwaha “tekez li ser piştevaniya bizavên Iraqê ji bo seqamgirî û pêşkeftinê li deverê jî kir”.