BasNews - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro 14.01.2025, ragehandiye: Lihevkirinên bi Hamasê re ew e ku hemû dîlên me bên berdan.
Serokwezîrê Îsraîlê di hevdîtineke li gel kesûkarên girtiyên şer ên li gel Hemasê ragehand, em pêşbînî dikin ku lihevkirina me ji bo berdana girtiyên me di nava çend demjimêrekî yan çend rojekî de cîbicî bibe û hemû rehîneyan digre navxwe.
Netanyagu ragehaniye, lihevkirin dê bi qonax bên pêkanîn û qonaxa duyem jî di 16ê mê mehê dê pêkbê û got: Em Xezeyê terk nakin heta ku tevahiya girtiyên me neyên rizgar kirin.
Çavkanî aşkera dikin ku lihevkirina navbera Hemas û hikûmeta Îsraîlê gelek nêzîk bûye ku azadkirina hezar girtiyên Filistînî li xwe digre.
Çavkaniyan ji Sky News Erebî re ragihandine, ku 1000 girtiyên Hamasê ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di destê artêşa Îsraîlê de ne, dê bên berdan.