BasNews – Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê, îro 14.01.2025, ragehand, ku 10 tometbar bi tometên cuda cuda girtiye.
Asayîşa Hewlêrê herwaha diyar kir ku tometbar pêk tên ji dizîkirin, hilgirtina çeka bê ruxset û êrîşkirina ser hemwelatiyên kasibkar.
Herwaha ragehand: “Bi piştevaniya Serokwezîr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê emê hemû hewlên xwe ji bo dabînkirina aramiyê û parastina mal û milkên welatiyan bidin.”
Asayîşa Hewlêrê hemwelatiyan agahdar dike, ku di dema her bûyerek nebaş de, hûn dikarin bi hejmara telefonê ya 066106 re pêywendî bikin.