BasNews – Serok Barzanî bi helkefta hatine cejna Kakeyîyan (Qewiltas) peyameke pîrozbayî pêşkêşî Kakeyîyan kir û hêvî xwest ku hemû Kakeyî bi aramî cejna xwe pîroz bikin.
Serok Barzanî îro 14.01.2025, bi boneya cejna Qewilsat a Kakeyîyan peyameke pîrozbahiyê belav kiriye û ragehandin: “Ez bi boneya hatina cejna Qewiltas a Kakeyîyan pîrozbahiyeke gerim li xwîşk û birayên kakeyîyên Kurdistanê dikim.”
Naveroka nameya Serok Barzanî:
Binavê xwedê mezin û mihriban
Serok Barzanî: “Ez bi boneya hatina cejna Qewiltas a Kakeyîyan pîrozbahiyeke gerim li xwîşk û birayên kakeyîyên Kurdistanê dikim.”
Hêvîdarim hemû xwîşk û birayên kakeyîyan û herwaha tevahiya pêkhateyên Kurdistanê bi aramî û pêkve cejnên xwe pîroz bikin û hertim dûrî pirsgirêk û belayan bin.
Hêviya xweşî û selametiyan bo wan dixwazim
Mesûd Barzanî
14.01.2025