Rêbaz Hemlan: Di sala 2024 de Bexdayê tenê mûçeyê 10 mehan şandiye
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Rêbaz Hemlan: Di sala 2024 de Bexdayê tenê mûçeyê 10 mehan şandiye

BasNes – Rêvebirê Wezareta Darayî yê Iraqê aşkera dike, ku Bexdayê di sala 2024’an de tenê mûçeyê 10 mehan a mûçexwarên Herêma Kurdistanê şandiye.

Rêbaz Hemlan rêvebirê wezareta darayî yê Iraqê ji K24ê re ragehand: “Bexdayê di sala 2024ê de tenê mûçeyê 10 mehan şandiye, diviya 12 trîlyon dînar bişanda, lê di 10 trîlyon şandiye.”

Hemlan tekezî li wê kiriye: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji dahata navxwe mûçeyê mehekî daye, ji ber wê jî rast nîne ku tê gotin pareyê 12 mehan hatiye şandin.”

Ew rêvebirê Iraqê herwaha diyar dike, “Pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê siyasî ne û Herêma Kurdistanê weke wezaretekî were temaşe kirin.”

Herwaha amaje bi wê jî da ku Bexda xelkê Herêma Kurdistanê aciz dike û divê nûnerên kurd berevaniyê li maf û pariyên hemwelatiyên xwe bikin.”

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved