Malperekî Amerîkayê, planeke Amerîka û Talîbanê ya ji bo lêdana li DAIŞ û rêgirîkirina li hegemona Îranê aşkera dike
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Malperekî Amerîkayê, planeke Amerîka û Talîbanê ya ji bo lêdana li DAIŞ û rêgirîkirina li hegemona Îranê aşkera dike

BasNews – Malpera The American Spectator Newspaper di raportekî de rêkeftinekî veşartî ya di navbera Amerîka û Tevgera Talîbanê de aşkera dike û dibêje: ‘’Plana Amerîkayê ew e, şerê DAIŞ Xorasan û şerê Îranê bi rêya Talîbanê bike û Tevgera Talîbanê jî bi wê daxwazê razî bûye.’’

Li gor raporta heman rojnameyê, Amerîkayê Tevgera Talîbanê re rêkeftinekî nehatî ragehandin razî kiriye û plana wê ew e, bi rêya çekdarên Talîbanê, li hember metirsiyas DAIŞ – Xorasan a ku li Afganîstanê çalake raweste û pêşî lê bigire.

Herwaha li gor raporta wê malpera Amerîkî: Beşek ji xalên rêkeftina Talîban û Amerîkayê pêktên ji sînordarkirina hegemona Îranê ya li navçeyê ye jî.

Xuya dike di dema pêş de Amerîka danûstanên li gel Îranê de Talîbanê wek karteke fişarê bikarbîne. Bi taybet di dema biryara piştî destbikarbûna serokê nû yê hatî helbijartin Donald Trump a 20ê vê mehê û şûnde. Îdareya Trump bendewarî hene ku derbarê dosya atom û cezayên aborî li ser Îranê gotûbêj bike.

Hêjayî gotinê ye, gotegotên rêkeftina veşartî ya Amerîka li gel Talîbanê, di demekî de ye ku ew tevgera Afganî ji aliyê Amerîkayê ve di lîsteya terorê de ye û ji bo wê jî gotûbêj û danûstan û rêkeftina Washingtonê li gel wê tevgerê ne rewa ye.

Li gor çapemeniya Amerîkayê ew zanyarî ji çavkaniyên agahdar ve hatine bidest xistin û pêwîstiya Amerîkayê bi Talîbanê heye û wê yekê jî ew naçar kiriye ku li gel wan rêkbikeve. Lê bi mercê baskên rêxistina DAIŞê li Iraq, Sûriyê û Afrîqayê mijûlê xwe rêxistinkirinê ye û tişta li gel Amerîkayê wek metirsî jî ew e, ku baskê DAIŞê yê Xorasanê ye, ku plan ji bo encamdana kiryarên terorîstî dadirêje.

Çavkanî

The American Spectator Newspaper

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved