BasNews – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di civîneke çapemeniyê de ragehand, di civîna îro ya Civata Wezîran de çend biryar hatin dayîn û çend wezîrên kurd jî hatin erkdarkirin ku peyamê bigehînin Bexdayê.
Îro 11.01.2025ê berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Di civîna Civata Wezîran de çend biryar hatin dayîn, ku çar wezîrên kurd li hikûmeta Iraqê wan biryaran wek peyam bigehînin Bexdayê.’’
Derbarê biryarên hatine girtin de jî Pêşewa Hewramanî got;
Yekem; Garantî û misogerkirina mûçeyê sala nû û ne bipaşbikeve û ne jî pirsgirêk ji bo wê bê çêkirin, li gor hevsengiya hatiye diyar kirin û mafê Kurdistanê ye û li ser wê em ti gotûbêjekî jî nakin.
Duyem; Ew nûjen kirina di yasaya budceyê de tê kirin, divê Herêma Kurdistanê jî li ser madeyên ku peywendiya xwe bi Herêma Kurdistanê ve heye axaftina xwe bike û ew jî bi wî awayî be ku mafê xelkê Kurdistanê parastî be. Herwaha em tenê daxwaza mûçe nakin, daxwaza budce dikin û em pêkhateyekî destûrî ne û nabe wek parêzgeh danûstan li gel me bê kirin û nabe xedir li gel xelkê bê kirin û mafê xelkê bê binpêkirin.
Derbarê cîhbicîhnekirina wan daxwazan jî Pêşewa Hewramanî got; Bêguman wê demê em fikir li ser tevdîrên din bikin, hêvîdarim negehe wê astê ku biryarek bê dayîn ziyan li seqamgiriya Iraqê jî bike. Biryara wê demê dimîne ser aliyên siyasî û dê çi biryarekî bidin û biryar dê xwe vekêşan be an dê biryarekî din be dê diyar bibe.’’