Dennîs Dargul
Çavê her Kurdek niştimanperwer, li Rojavayê Kurdistanê ye. Pişti sala 2012ê û heta niha, herêma Cizîra Rojava di bin kontrola Kurdan bixwe de ye. Di vê pêvajoya 12 salan de, çi rû da û çi qezencek jibo me Kurdan pêşket? Pêwendiyên gel cîranan gihan çi astê? Pêwendiyên li gel Başûrê Kurdistanê çima pêşneket? Sedemê bingehîn ya li hevnekirina partiyên sîyasî çibû ye? Di qada dîplomasiyê de çi gav hatin avêtin? Ev pirs û gelek pirsên din di serê her kurdekê de ye.
RojavayêKurdistanê baş tê zanîn ku her dem baxçeyê pişt şoreşên Kurdî de bûye. Hemû parti û serokên kurdan yên hemû perçeyan ji rojavayê Kurdistanê mifa wergirtine. Hemûyan jî di asta kurdewariyê de xebatek mezin rêvebirine. Di vê sedsalê de ji Bedirxaniyan bigre heta Malbata Cemîl Paşayan, Şoreşgerên dema Serhildana Şêx Seîd, Seyid Riza û General Îhsan Nurî paşa, Şoreşên Barzan, Avabûna PDK-Suriye, Rêxistinkirina PKKê, Avabûna YNK û hemû xebata çekdarî ya Kurd, desteka xwe ji Rojavayê Kurdistanê wergirtine. Jiber vê rastîyê her Kurdek li ser Xaka Kurdistanê dijî, deyndarê Rojavayê Kurdistanê ye. Rojavayê Kurdistanê niştimanperwere, fedekare, xweragire, bi sebir û coş û rugeşe. Ked û xizmeta wan jibo hişyariya hestên netewî li hemû perçeyên din gelek mezine. Civakek rewşenbîr, têgihiştî, zana û xwedan serbor li Rojava ye. Bila Partiyên Kurdî yên Perçeyên din bela xwe ji wan vekin, tedaxilê paşeroja wan nekin, û qedera wan ve jî neleyîzin. Eger ev partiyene hemû pêkve bi rastî dilsozin, bila piştgiriya wan bikin. Maddi û manewî desteka xwe nîşan bidin. Edî Kurdên Suriyê pêwistiya wan bi partiyek derve tine ye. Pêwistiya wan, bi destnişankirina Îradeyek xwe ya Sîyasî navxweyî heye. Yanî jibo xwe Serkirdeyekî-ê Rojavayî, bi yêk dengî destnişan bikin. Ez bawerim kesayetên niştiman perwer dilsozên gel û welatê xwe, xwedan ked û xizmet di heman demê de pêşketine, pêwiste ew rêbertiya gelê xwe bikin. Mafên wan yên Netewî biparêzin û bixin bin garantîyê. Statuyek Fermî jibo Xaka Rojavayê Kurdistanê bidest bixin. Edî nabe serokên wan ji perçeyên din yên Kurdistanê be, ev relaist nîne hem jî wek tekdanek navxweyî derdikeve pêşberî mirovan. Mesela Mazlûm Ebdî edî li Rojavayê Kurdistanê Semboleke. Kes dikare vê rastiyê înkar bike? Kes dikare bêje Mazlûm Ebdî kesayetek xerabe? Temaşe bikin Ehmed Colanî ji Rêxistina Elqaîde hatiye. Bînin bîra xwe vê rêxistinê çend teqînên mezin li cîhanê encam dane bi hezaran xelkê sivîl kuştîye. Di armanca wan de, li her deverên cîhanê têkdan, alozî, tevkujî kirine. Paşê Tevli DAİŞê bû wek erkê wî di kêleka Serokê DAİŞê Bexdadî de, cîh girt û destê wî bi xwîna hezaran Kurdên Şengalê de û Rojava de heye. Paşê li ser Fermana Bexdadî Çûn Surîyê û DAİŞ avakirin. Paşê Beisiyên Surîyê El-Nusre bi wî dan avakirin û destek da wî û li gelek eniyên şer de bikar anî. Ev kese niha derketiye dibêje: “Ew Berê bû”. Wezirê wî yê Dadê li ser cadan ber çavê hemû kesî Jin dikuştin.
Lê Mezlûm Ebdî berî her tiştekê xelkê Kobanî ye. Kurde, şoreşgere. Raste ew kadroyê A. Ocalan bû û kadroyê PKKê bû. Lê Kesek paqije, diplomasiyê fêm dike, welatên rojava dîtîye û wan jî baş fêm dike, bes xebata wî jibo Xaka Kurdistanê bûye. Ev 12 Sale jî serpereştiya Rojavayê Kurdistanê dike. Baş-xerap Rojavayê Kurdistanê ji her cûre êrişên dagirkeran parast û gelek qurbanî, şehîd û birîndar dane. Eger Rojava evro ji aliyê Emrîka ve mûxatap were girtin, hevpeyman bibînin, Frense, Almanya, Israil piştgirîya wan bike, ev destkeftek mezine. Di warê leşkerî de, diplomasiyê de, rêxistinkirina civakê de, evro li Surîyê herêma herî arame. Bi tevî êrişên Dewleta Tirk, êrişên Grupên cîhatçî û bermahiyên DAİŞê, heta evro li ser Rojava ranewestiya ye. Hemû cîhan heyranê xweragirîya Rojavayê Kurdistanê ye. Eeee çima Em Kûrd vê rastiyê nabînîn. Çima em li dora daxwazên gelê kurd ên li Rojavayê Kurdistanê kom nabîn. Mazlûm Ebdi li hemberî Serok Barzanî birêze, li hemberî Serokê YKNê pêwendiyekî wî yê baş heye. Her wiha li hemberî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hişyare û berdewam peyamên wî, cîhê aramîyê û başiyê bûne. Pêwiste di serî de Hîkûmeta Herêma Kurdistanê harîkar be. Dergehên bazirganî veke. Mazlûm Ebdi jî, pêwiste wê baweriyê bide hemû kesî ku çi ferqiyê naxe di navbera Partiyên Kurdî yên Rojava de. Ji ber sedemên siyasî hejmarek endamên partiyên Sîyasî di zîndanan de ne. Nabe Kurd jiber doza Kurdî hev bixin zîndanan. Ne têgihiştina Nazarî, hest û têgihiştina netewî, dê bikare Yekitîya Partiyên Rojava, serbixe.
Edî dem hatiye ku kurdên vî perçeyê Kurdistanê xwe bixwe rêve bibin. Di bin serokatiyên xwe bixwe de, beyî ku guhdarî hîç deverek din bikin, pey Statuya xwe ya niştimanî û netewî bikevin. Ev bila li ser daxwaza wan bixwe be, ev Konfederasyon, Federasyon, otonomî û rêveberên xweserî çi bixwezin, lê bila biryar ya wan bixwe be. Erkê me her Kurdek welatparêze her ali de piştgiriya vê derfetê jibo Kurdistana Suriyê bikîn. Di dewsa gotinên kevin, serborên xerap ku dujminahiyê zêde dikin, berdin. Rupelek Nû jibo Rojava vebûye. Hêvîdarîm ev rûpele her spi be, destan û nameyên serferaziya gelê kurd, wek hevî û yekîtî, ser were nivîsandin. Di tevahîya Surîyê de, paşeroj ya kurdane. Welatên xwedan hêz dê E. Colanî her wekî Sîsîyê Misirê, jibo demekê dê ceribînin, eger bi kêr nehat (dîyare bi kêr nahêt û xwe naguhêrîne) dê şemaqekê lêxin û bijare jî ez bawer dikim dê kurd bin.
Dennîs Dargul