Dêrîk – Di êrîşa dronekî Tirkiyê de 2 kes hatin kuştin
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Dêrîk – Di êrîşa dronekî Tirkiyê de 2 kes hatin kuştin

BasNews – Artêşa Tirkiyê hejmarek xal li gundewarê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin û ziyan hatin tomarkirin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê otombîlek li gundê Xana Serê bombebaran kir û di encamê de du kesan canê xwe jidest dan.

Li gor heman çavkaniyê, dronên Tirkiyê du caran li pey hev xalek ser çiyayê Qereçoxê bombebaran kir û heta niha zanyarî derbarê ziyanan de tine ne.

Li nêzîkî gundê Şirikê yê gundewarê Dêrikê jî, Tirkiyê xalek bombebaran kir û ziyanên madî hatin tomarkirin.

Ji aliyê xwe ve, Navenda ragihandinê ya Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrişan de, 2 sivîl hatine kuştin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved