BasNews – Çalakvanê siyasî li Hewlêrê bersiva Seroka Fraksiyona Nifşê Nû li Parlamentoya Iraqê dide û radigehîne ku ew naz û nîmetên xwe û birayê wê tê de jiyan dikin li ser hesaba xelkê Kurdistanê ye, lê wekî ki minetê jî li xelkê dikin nîşan didin.
Îro 11.01.2025ê li Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civînekî awarte birêve çû ku biryarbû civîn bi amadebûna wezîrên kurd ên li Hikûmeta Federal û Serokên Fraksiyonên Kurdistanê pêkbê. Lê Fraksiyonan Komela Dadgerî, Nifşê Nû û Yekgirtûya Îslamî beşdarî civînê nebûn. Seroka Fraksiyona Nifşê Nû Sîrwe Ebdulwahîd ji bo beşdarnebûnê bahane anîn û êrîşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Li hember wê çalakvanê siyasî li Hewlêrê Hekar Axa Mizûrî ji BasNewsê re ragehand: Mixabin Sîrwe Ebdulwahîd ku di çapemeniyê de gelek derewan bi navê mûçe dikin, lê newêrin bên li Civata Wezîran wan derewan bikin. Sîrwe yek ji wan kesane ye ku 10 salên borî de mînakên wekî wê xwefiroş nebûye. Wek hercar parêzerê hikûmeta federal e û bahane ji bo xwe jê dizîna Bexdayê ya neşandina mûçe tîne. Ji ber xwefiroşên wek Sîrwe Ebdulwahîd Bexda cûreta wê yekê heye mûçeyê mûçexwarên Kurdistanê bibire.’’
Herwaha got: ‘’Ji bo kesek wek Sîrwe Ebdulwahîd pirsgirêka mûçe berdewam be, ti ziyanekî nabîne, ji ber ew bixwe û kesûkarên wê jê mifayê werdigrin. Waye 10 sale li ser derew kirinê li gel xelkê digerin û ji xwe re diçin Ewrupa, ji bo wan ne giringe mûçe tê dayîn an na. herwaha hindek derew jî kirine, newêrin û rûyê wan reş bûye nikarin bên li Civata Wezîran biaxivin. Ji ber dizanin li wê derê data û belgeyan ve dê bersiva wan bê dayîn. Ji bo wê jî ji bo wan a baş ew e her bi rêya çapemeniyê ve axaftinên xwe bavêjin û hin xelkê saf jî bixapînin.’’
Herwaha got: Xelkê Kurdistanê hişyarin û çavê wan rastiyan dibîne, dibînin ku kî ne ewên ku mûçe û îmtiyazên Bexdayê helbijartine û amade nînin helwêstê li hember Bexdayê wergirin, xelkê Kurdistanê zêdetirî 10 salane zulmê ji Bexdayê dibîne.’’