Ji berdevkê hikûmetê bo BasNewsê: Aşkera bû ewên bi rêya kanalan kaxez û dosyayan bilind dikin rast nabêjin
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Ji berdevkê hikûmetê bo BasNewsê: Aşkera bû ewên bi rêya kanalan kaxez û dosyayan bilind dikin rast nabêjin

BasNews – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê zanyarî li ser civîna Civata Wezîran aşkera kirin û dibêje: ‘’Serokwezîr daxwaza rastkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê dike.’’

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wezîrê Darayî pir bi ronî û bi hûrgilî hemû tiştek di civînê de aşkera kir ku Hikûmeta Federal a Iraqê çend pare ji bo me şandiye û mafê me çend heye. Hemû di raportê de bi hûrgilî aşkera kir, piştre jî Wezîrê Dewlemendiyên Xwezayî jî mijara dosya xwe bi hûrgilî aşkera kir, hemû ew wezaretên ku peywendîdarin bi pirsa Bexdayê ve, raportên xwe aşkera kirin û em agahdar bûn ji rewşê. Destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, tişta hikûmeta federal kiriye li hember Kurdistanê zulim bûye û em dixwazin wan peywendiyan rast bikin.’’

Derbarê beşdarî nekirina hin aliyan a civînê jî Hewramî diyar kir, Serokewezîr di civînê de aşkera kir, ewên ku hest bi berpirsyartiyê kirine li vê derê amade bûne û pêwîstbû ewên din jî amade bin, ew li Bexdayê li gel hemû aliyan amadebûn civînê bikin, lê li vê derê ku mijar li ser pirsa çarenivîsa mûçeyê xelkê Kurdistanê ye, beşdar nebûn û pêwîstbû beşdar bibin, ku guhdarî li wan jî bê kirin û çareseriyên xwe aşkera bikin. Li derve diaxivin, bila bên ji bo çareseriyê çi li gel wan heye bibêjin. Ji bo wê jî ew dikevin bin berpirsyariya wijdanî û derket ew gotin û dosya û kaxezên ku bilind dikin derveyî gotinên bê bingeh ne ti tiştekî dine.’’

Hewramanî diyar kir: Serokwezîr dibêje em dixwazin peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê rast bikin, herçend zûtir be ji bo rastkirina wan peywendiyan û tişta dikin û ew tiştê ku pêkhat li hember mûçexwarên Kurdistanê nayê qebûl kirin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved