Ji bo vemirandina agirê Los Angeles – Girtiyên li girtîgehan di rêzên pêş ên vemirandina agir de cîh digrin
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Ji bo vemirandina agirê Los Angeles – Girtiyên li girtîgehan di rêzên pêş ên vemirandina agir de cîh digrin

BasNews – Girtiyên li girtîgehan di xetên pêş ên berevaniyê de li hember wê şewata li eyaleta California derketiye.

Kanala CBS News ragehand, Wezareta Çaksaziyê 939 girtî ji bo alîkarî dayîna kontrolkirina şewatê li herêma şewatê bicîh kirine.

Tîmên agirkuj, girtî li gel îdareya daristan û parastina ji agir li California yekxistine ji bo hevkariya nêzîkî 4700 karmendên agirkuj kar bikin.

Ew girtiyên ku alîkariya tîmên agirkuj bikin dê li hember wê kirêyekî guncaw ji wan re bê dayîn, ku rojê dê di navbera 5.80 heta 10.24 dolar pare wergirin û li gel wê jî cezayê wan dê bê kêmkirin.

Kêmbûna leza ba, alîkarî dide vemirandina agir, ji bo vemirandin û kontrolkirina agir, lê pêşbînî tê kirin di rojên pêş de leza ba zêde bibe û careke din şewat berfireh bibe.

Ji ber şewat li Los Angelesê hem li aliyê rojhilat, hem jî li aliyê rojavayê wî bajarî heta naha 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzîkî 10 hezar avahî wêran bûne û pêşbînî tê kirin ew hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved