Di yekem roja destbikarbênê de – Trump dixwaze 100 fermanên cîhbicîhkirinê derbixe
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Di yekem roja destbikarbênê de – Trump dixwaze 100 fermanên cîhbicîhkirinê derbixe

BasNews – Serokê hatiye helbijartin ê Amerîkayê Donald Trump mijûlê amadekirina zêdetirî 100 fermanên cîhbicîhkirinê ye û tê payîn di roja yekem a destbikarbûna xwe de wan fermanan derbixe.

Li gor çavdêr dibêjin, ew biryarên Trump dê bibin şokekî mezin, bi taybet di derbarê pirsa asayîşa sînoran û derxistina koçberan û hin pirsên din de.

Li gor nûçeyekî Sky News a erebî, Trump di dema civîna taybet a li Capitol Hill de, endamên komarî yên Civata Senatoran agahdar kiriye ku dê destpêkekî bihêz ve destbikar bibin.

Li gor wê agahdar kirinê bendewarî hene gelek tevdîr û biryar di roja destbikarbûnê de ango roja 20ê Çileya 2025ê de bên derxistin.

Ser Şêwirmendê Trump, Stephen Miller ji endamên komarî yên senatoyê re tevdîrên asayîşa sînoran, cîhbicîhkirina yasayên koçberiyê vegotiye, ku bendewarî hene demek kurt de ew pêkanîna wan tevdîran destpê bike.

Senator John Hoeven jî dibêje: ‘’Hejmara fermanan dê gelek zêde be.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved