Şandeya DEM Partiyê serdana Selahedîn Demîrtaş dike
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Şandeya DEM Partiyê serdana Selahedîn Demîrtaş dike

BasNews – Şanda DEM Partî ya danûstandinan îro 11.01.2025ê serdana Hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demîrtaş li Girtîgeha Edîrneyê dike.

Şanda DEM Partî ya bo danûstandinên Îmralî ku ji Sirrî Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Ahmed Turk pêktê, dê îro derbasî Girtîgeha Edîrneyê bibe û li gel Hevserokê Berê yê HDPê Selahettîn Demîrtaş hevdîtin encam bide. 

Bendewarî hene serdana şanda DEM Partiyê îro demjimêr 13:00ê nîvroyê pêkbê. 

Şanda DEM Partî sibe Yekşemê jî dê li Girtîgeha Kandira ya Kocaelî dê serdana Hevseroka Berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag bike.

Nayê çaverêkirin ku piştî serdana şanda DEM Partiyê daxuyaniyeke fermî bê dayîn. 

Demîrtaş berê piştevaniya xwe bo destpêkirina proseyeke aştî bi serpereştiya Abdullah Ocalan nîşan dabû. Hin aliyên opozîsyonê û DEM Partî dibêjin, nayê qebûlkirin Demîrtaş li derveyê proseyê bê hiştin. 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved