Mesrûr Barzanî: Ji Bexdayê ve reftareke zulimkariyê li dijî xelkê Kurdistanê tê kirin
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Mesrûr Barzanî: Ji Bexdayê ve reftareke zulimkariyê li dijî xelkê Kurdistanê tê kirin

BasNews – Civîna awarte ya Civata Wezîran a taybet derbarê mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê destpê kir û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di destpêka civînê de ragehand: Reftarekî zulimkariê li dijî xelkê Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve tê kirin.

Îro 11.01.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di destpêka civîna awarte ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê de ragehand: Reftarekî zulimkariyê ji aliyê Bexdayê ve li dijî xelkê Kurdistanê tê kirin û divê xelkê Kurdistanê ji vê rewşa nexwaş a derûnî bê rizgarkirin.’’

Herwaha got: ‘’Divê peywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê bê rast kirin û em daxwaza mafên xwe yên destûrî ji Bexdayê dikin.’’

Serokê Hikûmetê amaje bi wê yekê jî kir ku; ‘’Xelkê Kurdistanê hêjayî wê zulm û nedadperweriyê nîne ku li dijî xelkê tê kirin.’’

Mesrûr Barzanî got: ‘’Her demekî dadgeha federal biryarekî di berjewendiyên Herêma Kurdistanê de bide asteng ji bo wê hatine çêkirin.’’

Barzanî got: ‘’Pêwîste li hember Bexdayê yekrêz û em yekdeng bin, reftarên Bexdayê li hember Herêma Kurdistanê nayê qebûl kirin.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved