Li Bexdayê di Şerekî de 2 kes hatin kuştin
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Li Bexdayê di Şerekî de 2 kes hatin kuştin

BasNews – Malpera “Bexdad Elyom” ragehandiye ku çavkaniyeke ewlekariyê amaje bi wê dane, ku îro 10.01.2025, di pevçûnekî de li navçeya Tacyat a li bakûrê Bexdaê 2 kes hatin kuştin.

Wê çavkaniyê diyar kiriye, heta niha nehatiye zanîn ku sedema wî şerî çiye, lê çend kesan bi demançê li hev dana û ew jî bûye sedema wê ku 2 kesên aliyê wê nakokiyê li komelgeha musa Kazim li navçeya Taciyat bên kuştin.

Hêzên ewlekariyê piştî bûyerê gehiştine cihê bûyerê  û termê herdu kesan jî ji bo bijîşkê dadê hatin şandin û kesên şerker jî hatin girtin.

Li gor wê raportê ku hatiye belav kirin, rêjeya kuştinê li Iraqê di sala 2024 bilind bûye û li gor sala 2023 ji sedî 45 zêdetir bûye.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved