BasNews – Çapemeniya Husiyan belav kir, balefirên şer ên Brîtanya û Amerîkayê 12 êrîş li ser navçeya Herf Sufyan a li bakurê Yemenê kirine.
Çapemeniya ser bi Ensarula (Husî) duh belav kirin ku gelek parêzgerên Yemenê rastî êrîşa Amerîka û Brîtanyayê hatine.
Herwaha diyar kirin ku 3 êrîşên Amerîka û Brîtanyayê li navçeyên Herf Sufyan a li parêzgeha Emran a bakurê paytext pêkhatine û derveyî wê jî êrîş li ser parêzgeha Hudeyde ya li rojavayê welat pêkhatine.
Ajansa Associated Press bi zimanê fermandariya navendî ya Amerîkayê belav kir, êrîşî ser saziyên jêrzemînî yên helgirtina çek li navçeyên bin desthilata Husiyên li Yemenê encam dane.
Li gor heman fermandariyê ragehandiye êrîşên Yemenê hatine pêkanîn, ew çek kirine armanc ku Husî ji bo êrîşên li ser keştiyên Derya Sor bikartînin.
Berê wezareta berevaniya Amerîkayê (Pentagon)ê ragehandibû, fermandariya navendî, roja çarşema borî li dijî du saziyên Husiyên li Yemenê êrîş encam dane.