Dennîs Dargul
Li Bakûrê Kurdistanê Pevajoya Nû ya dan û stendinan ev 6 heyve berdewam dike. Taybet ev pêvajo bi Neçariya guhertinên li Rojhilata Navîn hatîn destpê kirin. Hin caran derfetên mezin dikeve destê mirovan di nav aloziya guhertin û veguharînan de, dikare bigehe armancên xwe. Ev hevdîtin jî di encama guhertinên Suriyê hate encam dan.
Li Başûrê Kurdistanê, şerê 8 salan yê Iraq û Îranê ketina Saddam ya Kuweytê, fersetek mezin xiste destê Bereyê Kurdistanî ya Partiyên Başûrê Kurdistan ê. Mesela di nav hevahengiyê de bi tevlibûna hemû partiyên sîyasî yên Kurd û tevlibûna rewşenbîr û siyasetmedarên hemû perçeyên Kurdistanê, Parlamentoya Başûrê Kurdistanê hat saz kirin. Hêvî û coşek mezin xiste nav civaka Kurd ya hemû perçeyên Kurdistan ê. Jiber ku di nav kurdan de, hev ahengî û yêkgirtin hebû. Heta ku destê derve kete nav partiyan û berjewendiyên partiyan, kete ser berjewendiyên Netewî, alozî, şerê naxweyî destpê kir. Li Başûrê Kurdistanê, ev kul û azare heta evro berdewam dike. Di navbera Kurdên Başûrê Kurdistanê de, birînek kûr hatiye vekirin ku bi hesanî derman nabe. Heta niha du bendî, du îdare, du hêzên leşkerî, heta xak hatiye dabeş kirin. Hêvîdarîn ku deshilata Rojavayê Kurdistanê û îdareya Rojava, taybet partiyên siyasî yên Rojava, ji vê serbora Başûrê Kurdistanê mifayê wergirin û başî û xerabiyan bikarin bi hûrgilî, ji hev cuda bikin. Rojavayê Kurdistanê xwediyê derfetek mezin ya piştgiriya navdewletî ye. Hemû Cîhan desthilata Cîhatçiyên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) li Şamê dişopîne. Hemû cihan dixweze bibîne ka dê reftarên wan çawe be. Me di nivîsa xwe ya destpêka dagirkirina Helebê de dîyar kiribû ku paşeroj Muxatabên sereke yên Tevahîya Surîyê, dê kurdên Rojava û HSD be. Her roja derbaz dibe ev pêşbînî rast derdikeve. HTŞ di qada navdewletî de rêxistinek Teroriste. Serokê wê di nav yêk ji serkirdeyên El Qaide, DAİŞ, EL Nusra û niha jî wek nav veguhêriye Heyet-El Tehrîr Şam e. Yanî di reftarên wan de jî diyare ku bes nav guhertine. Aqil û hizir her cîhatçîne, el Qaide ne û teroristin. Bînin bîra xwe di dema geheştin Şamê de Serokê wan çû Mizgefta Emeviyan û jibo xwe dua kirin. Piştî rojekê hemû serkirde û fermandên wan yên terorist çûn heman Mizgeftê û dua jibo Usama Bîn Laden, Ebabekir Bexdadî, serkirdeyên din yên cîhatçî kirin û banga rizgariya Qudsê kirin. Her wiha reftara wan li hemberî Kurdan qasi serê derziyê neguheriye. Helwesta Beisiyan li hemberi Kurdan çi bûye, ya van jî heman helweste. Wezirên wan ji kesayetên qatil, kujerên civakê, tevkujiyên komeleyetî, hatiye durist kirin. Hetta Wezirê wan yê Dadê (belge û video hene) jin li ser cadan ber çavên xelkê sivîl darvedikir. Niha ev kesê kujer wezirê Dadê yê Şamê ye. Di nav HTŞê de hejmarek zor cîhatçiyên biyanî hene ku hejmarek ji wan hemwalatiyên Tirkiyê û welatên din yên cîghanê ne. HTŞ, HSDê bi ajendeya biyaniyan ve tohmetbar dike, lê HTŞ û Serokê wê Teroristin û HSD hevpeymanên Navdewletî re ne û piştgiriya Kurdan bixwe ve hatiye avakirin. Dayûyaniyên vê Grupa TEMEN kin, ji dujminahiya kurdan pê ve tiştek baş nabêje. Di daxûyaniyên wan de, hêvîyek, daxwezek, dadweriyek, mafek jibo Civaka Kurd mirov nabîne. Heta di daxûyaniyên Nûnerên HTŞê de, “federasyon jibo wan xeta sore, mafê otonomî xeta Sore, mafê ziman û xwe cîhî xeta sore, pêwiste sistemek navendi û uniter jibo hemû Surîyan were avakirin. Lê hemû di nav Xaka Surîyê de Erebin...”
Eeee çi ferqa van Cîhatçîyan û Beisiyan de heye. Edî ev grupa cihatçî, çi çekek ku kurdan bitirsîne destan de tine ye. Bes keleşînkofek dest wan de ye ku wê nikaribe kontrolê li ser xwe bike. Welatê Îsraîlê, ti çekek ku ser herêmê bibe gef, nehiştiye. Sedem jî, ji ber ku ev grup çi qanûn, yasayan, nasnakin. Bes armancek wan heye ew jî cîhad e. Di nava Surîyê de, gelek pêkhatên ku ne Bisilmanin hene. Wek Durzî, Mesîhî, Ermenî û ji xwe nabêjin Kurd Bisilmanin. Kerb û kîna wan di şkandina DAIŞê de, veşarti maye. Çi dema derfetekê bibînin, tiştê Şengalê serê Kurdan encam daye wê bixwazin dîsa bikin. Ev grubane me berê dîtîye ku çi rêzê ji kesê re nagrin.
Ji xwe welatê bi navê Surî zarokê duh e, lê Em Kurd, Asurî, Durzî, Ermen bi hezaran salane li ser vê xakê ne. Ev xak ne Surîye, beşek wê jî Kurdistan e. Nabe îradeya siyasî ya Kurd, ji “Federasyona Kurdistana Suriyê” kêmtir tiştekê bixweze. Li Suriyê Kurd muxatabên serekene. Di her warî de îdareyek xwe baş-xerap ji ya hemû Surîyê baştir heye. Di qada navdewletî de rêza xwe heye. Pêwendiyên xwe di serî de li gel Îsrailê û li gel hemû dewletên cîhanê re, pêş bixe. Taybet li gel Başûrê Kurdistanê û Iraqê, dest bi hevdîtînên bazirganiyê û pêwendiyên baş yên dîplomasiyê, bike. Stratejîyek Kurdî, li Rojava pêwiste were pêşxistin. Em dibînîn gelek Caran Mazlûm Ebdi jibo dîyalogê bang li Dewleta Tirk dike. Lê Tirk, di înkar û dujminahiya xwe de bi israr in. Li ser vê têgihiştinê her roja derbaz dibe, Tirk bi tenê dimînin. Temaşe bikin xwestin HTŞ bikeve bin fermandariya wan de, lê HTŞ jî wan bi kar tine. Di nav eniya HTŞ û Grupên ser bi Tirkiyê, nakokîyên mezin heye. HTŞ nikare van grupan bi Şamê ve girê bide. Heşta çekê xwe radestî Şamê nekirine. Ev dibe arêşeyek mezin di nav xaka Suriyê û devera Efrînê de. Mesela Serokê HTŞ yêkem serdana xwe ji bo Siudîyê encam da. Çima? naxweze bikeve bin bandora Tirkiyê. Ji bo Suriyê 22 Dewletên Ereban giringtire ji dewleta Tirk ku dujminahiya kurdan dike. E. Colanî vê rastiyê baş dibîne ku Dewleta Tirk dixweze wan li dijî HSDê bikar bîne û li gorî xwe welatek Erebî durist bike ku mafê hîç kurdekê tine be.
Diyare, tirk naxwezin ti caran mafek fermî ya kurdan li deverekê hebe. Dujminahiya xwe di asta herî jor de berdewam dike. Ji aliyekê hevdîtinên aştîyê li gel Ocalan dane destpê kirin û ji aliyeke din ve, gefên xwe li ser Kurdan didomînin.
Lê edî ji destê wan jî derketiye. Ji layanekê behsa hevdîtinan li Bakûrê Kurdistanê dike ji aliyeke din ve jî êrişên grubên ser wan ve, li Rojava berdewam dike. Rojava pêwiste ew deverên Stratejîk yên di destê Kurdan de ne, bernede. Deverên wek bendav, rawestekên elektrikê, ava çemê Feratê, deverên petrol û çandinîyê, baş biparêze.
Di hemû pêvajoyên hevdîtinan de, şer gurtir dibe ku hewildanên dawîne. Eger Şervanên Rojavayê Kurdistanê berxweda û ev deverne bernedan, di demek kurt de, şer raweste û pêvajoyek nû di mifayê Rojava de destpê bike.
Dennîs Dargul