Dennîs Dargul
Civaka Durzî li Suriyê, Urdin, İsrail û sînorê Lubnanê kêmnetewin. Li Suriyê Nifusa wan ji %3 ê ye. Di serî de li Girên Golanê ku bin destê Îsrailê de ye, Başûrê Şamê û Sinûrê Urdinê bi cîh û war bûne. Li devera Durzî lê dijîn Çîyayî ye û “Çîyayê Durzî” ji erdniyariya wan re tê gotin. Nifusa wan di nav bera 700 Hezar heta Milyonekî de ne.
Durzi, navê xwe ji rêberê civaka xwe Muhammed Bin İsmaîl ed-Derezî (sedsala 11ê) digre ku di sala 1016 an de ji aliyê Xelifê Fatimiyan Hekîm ve di sala 1018 bi tohmeta “Ji rê derketî” hat darvekirin.
Durzî baweriyê bi “Yekitîya Xweda” dikin. Ayînê Dûrziyan yêk xweda û Baweriyek Îbrahîmîyan e. Pirtûka wan a pîroz ji Peyamên Helbestî Pêktên û navê wê “Resalûl-l Hikme” (Ev Pirtûka Durziyan: ji El-Hikmetu'ş-Şerife, Kitâbü'l-Hikme, Tevhidi Hikmet, Peyamên Hikmet, El-Ma'lûmu'ş-Şerif û Peyamên Pîroz yên Durzîyan, pêk hatiye) ye. Rih û rîşaleyên vê Ola Durziyan xwe digehîne serdemên Asûr, Babilî û Medan û bandora Mîtraizmê, Zerdeştiyê û Manizmê, li ser rawişt û kevneşopiya wan heye. Taybet kenveşopiya Êzdahiyê di Durziyan de ber bi çave. Lê pişti van hemû olên ku mijara gotinê ye bi tevî Baweriya Sabiîtî yê ku bawerî bi Stêrkan, Roj, Heyvê û Kepkepên din heye û “Baş û Xerabî” “Tarîtî û Ronahî” stûnên sereke yên Ola Durziyanin, gelek nêzî felsefeya Zerdeştîyê ye. Durziyan ji her Olekê başîyek wergirti ye ku ew bixwe van başiyan berhemek pîroz yên xwedayên mezin dizanin. Durzî bixwe wek ziman Devokek Erebî qise dikin û xwe ji qewmê Samî dizanin.
Bi tevî pêşketina Ola Bisilmanetiyê, Durziyan jî, xwe li gel Şie Mezhebên Îslamê guncandiye. Lê baweriyek yêk xweda heye û ji Îslamê cûda ne. Baweriyek serbixwe ye. Çawa her ayinekê bandor li ser hevûdin kirine, Ola Îslamê, Museviyan û Mesihîyan jî, bandor li vê civaka Durzî kiriye. Şertên baweriya wan ya ayînî ne hemû hin wek yên Îslamê ne. 5 şertên Îslamê wek başî dibînîn lê wek cîhbicîhkar, nez nabin. Lê jiber ku çûna hecê, rojîyên remezanê bi cîh naînin, wek Bisilman jî nayên pejirandin. Durzî civakek Dortenge, ne endambûyê dipejirînin û ne jî ew dibin endamên ayînek din û civakek din. Rê û rêbazên jiyana wan, wek ayînê wane. Ji ber hindê stûnên jîyanê jibo ayînê jî, hatine durist kirin. Di nav Durziyan de çînên civakê heye ku yêk li ser yê din de ye. Rawiştên hevseriyê, dawet û şahî, ne wek yên Civakên din e, taybetin û bi deng û rengê wan ve girêdayiye. Eger kesek Durzî li gel olperstek din bizewice, wek ji dîn û qewmê xwe derketi ye, dizanin û li dij derdikevin. Di Kurdên Êzdî de jî heman kevneşopî hêşta berdewame. Ev herdû Ol û Civakene, jiber ferman û tevkujiyên li ser han heta roje îro berdewame, ew neçar kirine ku di navbera xwe de xwe dortengbikin û biparêzin.
Wek Ninûme: Durziyan jî her wek civaka Kurdên Êzdî, ayînê xwe li ser çînên civaka xwe avakirine. Dema mirov temaşe dike baweriya Durziyan ji harmoniyeke (pêkhateyeke) ji navenda olên rojhilata navîn, derketi ye. Civaka Durzî çi devera lê bijîn, xwe li gel ayînên wan di guncînin. Mesela di nav Bisilmanan de bijîn wek Bisilmanan dua dikin û di nav Mesihîyan de bijîn her wek Mesîhiyan hêvî û daxwezên xwe dikin. Yanî olên heyî, wek pîrozayiyek xwedayê mezin dipejirînin. Rêzê ji hemû ayînan û rengan re digrin. Civaka Durzî ji serdema Fatimiyên Misirê heta niha di demên cuda cuda de, ji aliyê Sunne mezheban ve rastî zulmê û tevkujiyan hatine. Di nav Cografya Rojhilata Navîn de berdewam xwe sipartine deverên çîyayî. Taybet di serdema Osmaniyan de jî Durzî gelek caran rastî êrişan hatin û tevkujiyan re derbaz bûne. Gelek caran Sunneyên Misirê ku wek Herêmek desthilata Osmaniyan bû, bi darê zorê ew dikirin Bisilman. Li gorî vegotinên Durziyan, Bisilmanan çi xerabiyek, zordestiyek û biçûk xistinek heye, li hemberî Durziyan encam daye. Di Durziyan de di hemû serdemên guharinên hem desthilatdarî û hem jî cografyayî de, xwestine mafê xwe û civaka xwe jî biparêzin. Gelek caran jibo mafên xwe serhildan encam dane, artêş durist kirine, fermande, zana, rewşenbîr û kesayatên mezin di nav civaka Durzî de derketine.
Di şerê cîhanê yê yêkem de, Durziyan di bin fermandarîya Sultan el Atraş de, daxweza dewleta Durzî kiribûn. Jibo sazkirina dewleta Durziyan Artêş avakiribûn û dest bi şer kiribûn. Durziyan di sala 1925ê Serbixweyiya xwe ragihandin, navê Dewleta Durziyan “Dewleta Cebel el Durzî” bû. Ev dewlete heta sala 1945ê jî serbixwe bû. (Taybet Durziyan jibo ku xwe ji tevkujiyên Bisilmanan biparêzin ev hezar sale li Çiyayê Durzî, Çiyayên Harim, Ceramanada û Girên Golanê bi cîh bûne. Di sala 1967-1973 Girên Golanê ku gundên Durzîyanin û hejmara nifusa van gundan 20 Hezare, ketin bin destê Îsrailê. Li gorî anketan xelkê Durzî yê li Girên Golanê dijîn, dilxweşin bin kontrola İsrailê de bin...)
Durziyan, di bin Serokatiya Fermande Emir Hesen el-Etraş de, sala 1945ê bi 100 Hezar Nifusa xwe ve, li gel Erebên Surîyê cîh girt û li dijî Fransiyan Şer kirin. Sûrîyê serxwebûna xwe ragihand û Frensiyan xwe vekêşa. Durziyan jî, daxwazên xwe wek rêveberiyek Otonom ji Şamê re rêz kirin. Li ser van daxwazan Serokê Surîyê Şukrî El Kuvvetli, bezar bû û ev daxwazene wek metirsî bi nav kir. Da zanîn: “Durzi bi 4 Hezar leşkerên xwe ve jibo Şamê edî metirsîne û pêwiste werin ji nav birin...” Di sala 1948ê Artêşa Suriyê li ser Sinorên xwe yên Îsrailê leşker kom kir.
Di sala 1945an de Edîp El-Çîçekli (ji Hamayê ye ku ji malbatek binyat leşker bû) Partiya “Tevgêra Rızgariya Ereban” avakir. Di sala 1949ê hat desthilatdariyê. Bi tevî hatina wî dest bi êrişan li ser Durziyan kir. Bi 10 Hezar leşkerî ve êriş bir ser deverên Durziyan. Ji ber ku di heman salan de di navbera Îsrailê û tevahiya Ereban de şer hebû, Surîyê jî di nav vê hengamê de tevkujiyek mezin li hemberî Durziyan encam da. Gund û bajarên ku Durzî lê dijiyan bi çekê giran topbaran kir û malê xelkê sivîl kete ber talana leşkerên Surîyê. Civaka Durzi bi destê rayadarên dewleta Surîyê: “wek gotinên sixurên îngilîzan, civaka kafir, xweda nenas, ji rê derketi...” rojane di nav Ereben da belav kirin û Durzî di nav hemû civaka Ereb û welatên Ereban de, hatin reşkirin. Hejmarek zêde ya civaka Durzî koçî welatên cur bi cûr bûn û piraniya wan jî bi salan xwe di çîyan de veşartin. Serokê Surîyê Edîp El Çîçeklî jî, di sala 1964ê li Brezîlya rastî êrişek şervanek Durzî hat û di cîh de mir. Wî gencê Dûrzî da zanîn: “wî bi mebesta heyf û tolhildana tevkujiya Çîyayê Durzî, ew kuşti ye...”
Ev şiddet û zordariya Dewleta Suriyê ya li ser Durziyan her berdewam kir. Bi darê zorê ew kirin Suriyên Ereb. Dema dengên xwe derdixistin, bi xiyaneta welat ve ew dihatin tawanbar kirin. Edî her roja derbaz dibû netewperstiya Faşizane ya Erebên Surîyê zêde dibû û edî gotina kême netew, civakên cuda, hêvî û daxwezên wan, hatin qedexe kirin. Gotinek girover “Em Hemû Surî ne” û di rastiyê de jî “Ereb kirin” wek rêbaza desthilatdariyê berdewam kir. Piştî Behsi hatin desthilatdariyê edî Nifusa Sîyasî ya Durziyan nehiştin û bi artêşa Surîya Ereb re entegre kirin.
Di 25ê Tîrmeha 2018ê de Grupên DAIŞê êriş birin ser Bajarê Suveyde yê 258 sivîlên Durzî tevkujiyê re derbaz kiribûn.
Bi tevî jinav çûna Rejima Esed, Nûnerên Civaka Durzî jî xwe bi rêxistin dikin û daxwaza mafê Federasyonê jibo Durziyan, dikin.
Dennis Dargul