Di nav Xeyala Misakk-i Millî de, Rojava jî heye
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×
Dennis Dargul

Di nav Xeyala Misakk-i Millî de, Rojava jî heye

Dennîs Dargul

Rojavayê Kurdistanê di rewşek nazik re derbaz dibe. Her roja derbaz dibe nexş û nîgarên Surîyê tên guhertin. Her welatek ku xwe cîranê Surîyê dibîne, dixweze ji rewşa Surîya Nû sûd wergire û welatê Surîyê bixe bin bandora xwe.

Di dema vê yekê dikin, hecetên gelek bê bêngeh radixin berçavan ku çi rastî bo vê helwesta wan ya dagirkerî û mêtîngerî tine ye. Her layanekê jî aktorên xwe yên ser zevîyê hene ku bi navê wan dîrekt-îndirekt şer dikin. Plan û programa Suriyê ji mêj ve hatiye saz kirin. Desthilatan di navbera xwe de xak parvekirine û dixwezin li ser zemin bibin xwediyê gotinê û saziyên (muessese) xwe ava bikin.

Di demek wiha de, bes kurd di xeterê de ne. Xaka Rojava, ku %25 di destê kurdan bixwe de ye, bi şêwazeke realîte (rastîbînî) hikûmraniyê dike. Bajar, qeza, gund û xakek berfirek di bin kontrola rasteqîne ya HSD ê de ye. HSD ji hejmarek partiyên sîyasî yên Rojava û mesihi, asuri, ermen, pêkhatiye. Li Gorî Surîyê, Rojavayê Kurdistanê bi tevî hemû êrişên Tirkiyê, deverên bin kontola HSDê de, aramtire. Qet nebe, wek bajarên din yên Surîyê hilneweşiya ye. Di demek wiha de ku desthilatdariya Surîya Nû tê gotûbêj kirin, Kurd di çi rewşê de ne? Pêwiste Îradeya Siyasî ya Kurd çi bike? Ji aliyekê ve hemû gelê Kurd banga Yekitiyê Îradeya Sîyasî ya Netewî, dikin. Ji aliyeke din ve dagirkerên Kurdistanê xaka ku bin destê Kurdan de ye û kurd bixwe hukmî xwe dikin, êriş dike û dixweze vê xaka bin kontrola wan de, hilweşine û bide tundrewên Îslamî.

Çima Partiyên Kurd fêmnaken ku Dewleta Tirkiyê çi caran dest ji helwesta xwe ya bi destxistina Misaki Milli berneda ye. Yanî di Peymana Lozanê de jî ji Ingilîzan û dewletên din, resmî daxwez kirin û bi israr bûn, daku bajarê Heleb, hemû Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistan Musil, Hewlêr û Kerkûk û Silêmanî jî di nav de, bixin ser Komara Tirkiyê. Ev Plana Tirkiyê ye. Evro rojana em nexşê Tirkiya Nû dibînin ku van deverên Misak-ı Millî dixin nav nexşeya xwe. Serokê MHP Dewlet Bahçelî di daxîyanîya xwe ya Nû de jî dîsa dubare kir û got:  “Di demek guncew de, dema seata wê hat, em amade bûn, Bajarên Tirkiyê 81 in Helep dê bibe 82, Musil 83, Kerkûk 84 dê bixin nav nexşeya Misak-ı Milli yê de...”

Di nav vê nexşeya Misak-i Milli de Deyrezor û Qibris jî heye. Di navbera sala 1914- heta sala 1918ê ev sinûrên Dewleta Osmaniyan bû. Dema Komara Tirkiyê avakirin, jibo Misak-i Milli Israr kirin lê ev daxweza tirkan her dem hate paşxistin. Lê Tirkan dîsa israr kir, İngilizan li Musilê êrîş birin ser baregehek (15 Mijdarê 1918) Tirkan û 30 leşkerên wan kuştin û bi darê zorê sinûrên Komara Evro jibo wan destnişan kirin. Di dawiyê de bi Peymana Enqerê (1926ê) Devera Hekarîyê ku cîhek nakok bû wek sinûr jibo Tirkiyê Nû, destnişan kirin. Lê ev wek birînek xedar di dilê tirkan de heta evro maye. Welatek Endamê NATO ye, cîhek stratejîk ya Cografî digre. Pêwendiyên 600 sal yên nav dewletî hene. Dîrokek demdirêj ya pêwendiyên wan li gel kurdan heye. Di warê hilebaziyê de mînekekî din wek wê tine ye.   

Ev Serokê Nîjadperstên tirk Evro li Tirkiyê Hevparê (Ortaxê)  Hikûmeta R. T. Erdogane. Yanî Komara Tirkiyê bi yêk destî çep û rast bi xeyala vê Misak-i Millî ve dijîn. Dewleta Tirk, di heman demê de fêm kiriye ku guhertina nexşeya rojhilata navîn, misogere. Ew jî ji perçebûna xaka xwe ditirsin. Bi hemû kes dilniya be ku jibo Tirkiyê û êrîşên wan yên li ser Kurdan, PKK bes hecete. Bahaneyek mezin e ku dixweze xeyalên xwe yên Misak-i Milli bi cîh bîne. PKK hebe tine be, ev dewlete ev sed sale Kurdan înkar dike, tevkujiyan re derbaz dike û xaka wan dagir dike. Ew Derdorên ku hêvîyên xwe bi Komara Tirkiyê ve girêdane, bila hinek pêwendiyên Kurd û Tirk yên dema avabûna Komara Tirkiyê de bixwînin û jibo evro mifayê jê wergirin. Dê bibînin ku Komara Tirkiyê, pey hile û derewane. Eger vê komarê tiştek baş jibo Kurdaan bixasta, zimanê Kurdî li Bakûr qedexe nedikir. Eger tiştek baş jibo kurdan bixweste, li Efrina dagirkirî zimanê Kurdi qedexe nedikir, eger niyeta wan başba, di parlamena Tirkiyê de dema Parlamenterek Kurd 2 gotinên Kurdi qese dikirin “X” ne dinivîsan, yanî Zimanê nayê fermkirin. Vê car çawe dibe mirov baweriya xwe bi vê desthilata sed sale dixweze kurdan tine bike, bibe cihê bawerî yê. Temaşe bikin Kobanê remza her Kurdek welatparêz û birûmete. Ji Şervanan bigre heta Pêşmerge, bi giştî gelê Kurd yê her çar parçan, di şerê DAIŞê de xwîna xwe rijandine. Ev bajar di berxwedana Cîhanî ya Şoreşan de bûye Sembola Berxwedana hemû kurdan. Di wê demê de Komara Tirkiyê, pê xweş nebû ku Kobanî Rizgar bibe. Piştî rizgar bû wek kulek, kerb û kinekê di dilê wan de maye. Jiber piştgirîya Şerê Kobanê bi hezaran siyasetmedar û rojanmevan û rewşenbîr kirine zîndanan. Niha jî, rojane êrîşî Kobanî dikin. Niha dixwezin dîsa radestî DAIŞ ên xwe bikin. Ev rastiyeke, çi devra Tirk dagir bikin, bi vê hêz û qaweta di destan de ye, venagerînin ve. Ew deverên dagirkirî yên Kurdan, dê jibo wan bimîne. Çi caran kurd di van deverên wan dagirkirî de, dilniyabin nabin xwedan gotin. Ev Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî nimûneya herî ber biçav û dema nêze. Grupên Kurd yên li gel Tirkan hevpeymanin, nikarin ofisek xwe vekin. Çawe dê baweriyê bi van bikîn ku siberoja gelê xwe bixîn nav xeteriyê. Eger pêwendî li gel Tirkan vî şêwazî berdewam be, Abdullah Ocalan jî ji neçarî (ji parastina tevkûjiyan, gumana ji navbirina rêxistinê uhw.) li gel Komara Tirkiyê li hev bike. Dibe ku hemû Endamên PKKê yên Bakûrî yên li Rojavane, wek nîyetek pak, bi mebesta destpêkirina pêvajoyek nû, vexwîne Tirkiyê. Ev jî mûmkûne. Wê demê di navbera Tirkiyê û A. Ocalan de û PKK ê de, gavên siyasî werin destpêkirin, pêwistiya Tirkiyê bi Ehmed Colanî û grupên Tundrew û ENKSê namîne. Jiber ku ji evro pê ve di nav bera DEM û Ocalan peryodîk hevdîtinên çareseriyê dê werin gotûbêj kirin. Di van hevdîtinan de, nexşeya çareseriya pirsa Kurd dê were dariştin. Di nav vê nexşeyê de Misak-i Milli jî dê were gotûbêj kirin. Ev Hevdîtinin, ka dê çawe pêş bikevin demê de, zelal bibe.      

Di vê demê de pêwiste kurd baweriya xwe bi xwe ve girê bêdin. Hevûdin tawambar nekin. Jibo yekitîyê çi peyvê xweş heye pêwiste, ji dil û can bikar bîne, rupelek spî vebikin û baweriya xwe bi dujminê xwe ve girênedin. Daxwezên xwe bikin yêk dosya, mafên bingehîn yên Netewa Kurd yên Rojavayê Kurdistanê, zelal bin. Taybet, li tevahîya Surîyê de, di daxwaza Federasyonê de bi israr bin. Sistema Federal di cîhanê de serkeftiye. Dewletên bi navê yêkgirti û totaliter, dawî yê de faşîzmê pêşdixe û rengên cûda tine dike.

Gelê Kurd, li tevahîya Rojava û bi giştî Kurdên Surîye di qada nav dewletî de, cîhê rêz û rûmetê ne. HSD jî di nav qada nav dewletî de cîhê xwe girti ye. Rêz û rûmetek jibo xwe durîst kirî ye. Eger li Gel ENKSê rêk bikeve û bi yêk Îrada Kurdî dest bi hevdîtinan bike, dê serkeve. Nabe bi lez - zû xwe bavêjin nav Himêza Şam û Ehmed Colanî. Ehmed Colanî hêşta Terositê herî mezin yên cîhanê ye. Cîhan hemû temaşe dike, hêşta qilifê wî yê DAIŞ î ser gîyanê wî û mejîyê wî ye. “Postê Mihê li xwe kirîye lê serê wî her Gure...” Çawe dibe Gelê Kurd ew qas cîhê rumetê û serferaziya Cîhanê bin, serkeftinên mezin li dijî Terora Navdewletî DAIŞê bidestxisti be, ji wek hevî û azadiyê, demokrasiyê hes bike, bi şêwazek ‘’sivik’’ xwe bavêje himêza Şamê de. Ne Eybe? Pêwiste Şam were ber pîyê we. Jiber ku Şam hêşta di bin çavdêrîyê de ye. Xwe İspat nekirîye ku hêşta mejiyê wan ji yê Beisiyan xeraptire hêşta sistemek wek ya Afganistan, DAIŞistanê, dixwezin. Destpêk axaftinên wan ev bûn:  “Nabe herêmên Kurdan bibin federasyon. Nabe, HSD bimîne. Nabe îradeya siyasî ya Kurd otonom, xweserî û ferdrasyon be...”  Eeeee jibo me Kurdan çi ferqa vê zîhniyetê ku bin kontrola Tirkan û Behsiyan de heye. 

Pêwiste Îradeya Sîyasî ya Kurdî li Rojava lezê neke. Pêwiste baş xwe amade bike, dersa xwe ya netewî baş bixwîne û bi yêk dengî û rengî bi yêk peyv û daxawazan, biçine hevdîtinan. Hevdîtin jî, destpêkê ne li Şamê dikarîn li Qamişlo û Hewlêrê, Parîsê û Welatek Ewrupa, durist bikin. Rojavayê Kurdistanê xwediyê şansek mezine: “Jiber ku li pişt Rojava Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Tevgêra Bakurê Kurdistanê û hemû Gelê Kurd  heye. Hêvidarin tevgêra sîyasî, nakokîyên navxweyî bicemidînin, kursi û berjewendiyên kesayetî bidin aliyekî, daxwezên Netewî bi xalên hevpar ve biçin hevdîtinan.  

Dennîs Dargul

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved