Dennîs Dargul
Di jîyanê de gelek guhertin derdikevin pêşiya mirov, pêwiste bizane ji wan guhertinan sûd wergire.
Şoreş: Yanî guhertin, vegûhartin, xwe nûkirin, lêborîn û danûstandin. Weke din dawî anîna desthilatdariyek mêtînger, zordest, zalim û destpkirina danûstandin, dadwerî, azadî û Avakirinek Nûjen.
Li Rojavayê Kurdistanê ev 14 sale xebata şoreşê berdewam dike. Hemû kes dixwest desthilata Mala Esed biçe û desthilatdariyek Nû jibo gelê Suriyê were ser hûkim. Hêşta di destpêka salên 2012ê de Rejîma Esed çûbû. Lê Rusya û Îranê piştgiriya wê rejimê kir û destûr nedan ev rejime birûxêt. Kurdan jî di van deh salan de, li Rojava xwe birêxistin kir. Diplomasiyek serkeftiyane li nav xaka Surîyê bi destxist. Emrîka piştgirîya Şoreşa Rojava kir. Li Rojava, destpêkê Komara Tirkiyê jiber pêvajoya Aştiyê û rûxandina desthilatdariya Esed, bi geşbînî pêşwazî kir. Lê bi tevî têkçûna pêvajoya aştîyê, Tirkiyê jî helwesta xwe li hemberî kurdan guhart. Di êrişên DAIŞê li ser Kobanê de, Tirkiyê piştgiriya DAİŞê kir. Xwest Kobanê û bi tevahî Rojavayê Kurdistanê bikeve destê DAIŞê. Jibo ku bikeve destê DAIŞê jî çi ji destan hat encam da. Ew siyasetmedarên piştgirîya Berxwedana Kobanê kiribûn wek Selahaddîn Demîrtaş, Serokên Bajarvanîyan û bi hezaran Kurdên Bakûr xistin zîndanan. Êdî Jibo Tirkiyê ne Rejîma Esed destkeftên kurdan li Rojava, ji bo Tirkiyê bû tirsa sereke. Serokomar her car dubare dikir: “Tecruba Başûrê Kurdistanê, ew naxwezin li Surîyê dubare bibe” Ji wê demê heta niha, êrişên Dewleta Tirkiyê li ser Rojava Ranewestiyane. Destpêkê Efrîn paşê jî Serê Kaniyê û Girê Spî bi çekdarên îslamî yên tundrew dagir kir. Hemû dorên Rojavayê Kurdistanê dorpêç kir ku nefesê nestîne. Lê di encam de rêveberîya Rojava bi tevî kêmasiyên xwe temenê xwe heta îro dirêj kir. Bajarên Rojava wek bajarên din yên Suriyê nebûn meydana şer û wêrankarî yê. Ev siyasete başbû. Lê Tirkiyê jibo ku xelkê Rojava nefes nestîne, hemû jêrxana aborî, jêrxana avê, avahiyên tenduristî, xwendingeh, bîrên petrole, avahiyên ewlehî û asayîşê û rêk û pir, kir armanc û rastî topbaranên dijwar hat. Heceta Tirkiyê hebûna PKKê li Rojava ye.
Di Rastîyê de, Tirk dixwezin bi heceta PKKê çi destkeftek netewî li Rojava nemîne. Xelkê Rojava wek serdema Beşar Esed hemû Sûrî bibin Ereb, çi mafek wan yên netewî nebe. Hêza Çekdar ya bi navê HTŞ ku ji teroristên El Qaîde, El Nusra û DAIŞê pêk hatine, Evro Şam xistiye bin destê xwe, qala hîç mafek Netewî ya Gelê Kurd nake. Gotinên dibêje, peyvên gilower in û bes ji xepandinê pêktê. Ehmed Colanî û hevalên xwe herî dawî bi daxûyaniyekê gotin: “Ew dê hemû grupên çekdar bixin nav Artêşa Suriya Nû HSD namîne, ew destûr nadin federasyon, otonomî û mafê xwecîhî jibo kurdan hebe. Ew hemû Sûrî ne û dê wek hev bin...” Ev gotinên beredayî di dema Şoreşa Îranê ya Xumeyni da jî dubare bûne. Dema Xumeynî ji Franse hat Tehranê Şêx Ezeddîn li gel Komîteyek Ruspi û Serkirdeyên Kurd çûn serdana wî û daxwaz jê kirin da ku mafê Kurdên Îranê nas bike û bideyê. Xumeynî ji wan re got: “Em Komara Îslamiya Îranê ava bikîn û em hemû Îranî ne û kurd jî perçeyek ji welatiyên Îranê ne. Li hemberî daxwazên şandeya kurd aciz bibû û ew derkiri bûn”
Lê heman senaryo dûbare ye. Ew Biraderên ENKSê ku berîya Qamişlo çûne Şam a şekir, dê rastî heman helwestê werin. Xumeynî di encamê de çi gotîye heyeta kurd ya di bin serokatîya Şêx Ezeddin de, dê heman helwestê şanî wan jî bidin. Lê eger jibo kursiyekê be, berjewendiyên kesayet be, pere û meaşekê be, ew tiştek dine. (Beriya Rejima Esed jî hejmarek Serokên Surîyê Kurd bûn. Lê jibo Kurdan çi nekirin. Bes kursiya xwe parastin...) Wate perçeyek oposizyona ser bi Tirkiyê ve ne û dest û pîyên wê girêdayî ne. Lê eger derdê we mafên Gelê Rojavayê Kurdistan be, li Qamişloka Rengîn destpêkê nav mala Kurd rêkbixin, nakokîyên navxweyî ladin, daxwazên Netewî yên Gelê Rojava li Şamê bi yêk dengî mîsoger bikin, Statuyek Fermî bi dest bixin, paşê emê bikarîn arêşên navxweyî çareser bikîn. Eger sedema bingehîn li Rojava PKK be, Mazlûm Ebdi dibêje werin em munaqeşe bikin. Eger bêjin Mazlûm Ebdî PKK ye em li gel na rûnîn, çima hûn li gel Terositek ku li Şengalê, Efrinê û Serê kanîyê destê wî bi xwîna bi hezaran Kurdan de heye, ew bixwe DAIŞ bûye û di listeya sor ya hemû welatên rojava de ye, hûn rudinin. Çima ?
Wate destpêkê li Qamişlo li gel hev rûnin paşê herin Şamê. Yan na dê hêvîyên gelê Kurd yên Rojava bixin xeteriyê û di dîrokê de jî, em kurd bixwe dê rûreş bibîn. Lihevkirin gelek sanahiye.
- PKK ji Rojava nemîne û cîhê xwe ji HSDê re bihêle û Mazlûm Ebdî keseyatek Maqûle û dikare rêbertiyê bike.
- ENKS jî, ji Grupên Tundrew yên ser bi Tirkiyê dûr bikeve. Serkirdeyek Maqûl û xwedan îrade jibo xwe destnişan bike.
Bi kurtî her Kurdek dilsoz dixwaze Kurdên Rojava hebûna Rojava bi statuyek fermî were parastin. Ev Mafê Gelê Kurde, pêwiste çi hecetek navxweyî li hember van mafan nebe. Mafên Gelê Kurd ji hemû partiyan û serokan mezintire.
Hêvidarim Partiyên siyasî bi hestên niştimanî, kurdperwerî û yêkgirti tevbigerin û rêka şehîdên Rojavayê Kurdistanê, jibîr nekin. Hêviyên gelê me neşkênin. Ev gelê Kurd ev sed sale hîvya vê roja pîroze ku mafên xwe bidest bixwe.
Dennîs Dargul