Ebubekir Karwanî: Destpêşxeriya Kak Mesûd Barzanî bo Rojavayê Kurdistanê giringe
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Ebubekir Karwanî: Destpêşxeriya Kak Mesûd Barzanî bo Rojavayê Kurdistanê giringe

BasNews – Siyasetmedarê Kurd Ebubekir Karwanî derbarê rewşa Sûriyê de  ragehand, nêrînên nû ji bo Sûriye ya nû heye, lê pêwîstî bi dem, derfet û lihevtêgeheştina zêdetir heye di navbera pêkhateyên Sûriyê de.

Siyasetmedarê Kurd Ebubekir Karwanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rastiya Sûriyê ji hemû egerekî re vekiriye, hin tişt cîhê keyfxweşiyê ne ji bo paşeroja Sûriyê, lê hin rastî û destwerdan jî wisa li me dike ku divê em bibêjin proseyekî waha, ango damezrandina Sûriyeyekî cuda, gelek asteng li pêş hene. Di hemû rewşekî de rewşa Sûriyê li gel Iraq a piştî 2003ê dana berhev dikare bê kirin. Tişta giring dibe divê bi hişyarî ve danûstan li gel vê rastiyê bê kirin. Naha aliyên nav Sûriyê mijûlê çawa welat bê îdare kirin gotûbêj dikin, ya giring li ser nenavendî ya desthilatê û piralî û demokrasî û federalîzm û parêzgarî li nasnameya îslamî û azadiya ol û olên din û beşdariya hemû pêkhateyan di nivîsandina destûrekî li ser hevkirin pêkhatî û beşdarî kirina rast di desthilatê de divê li ser wan hemûyan rêkeftin çêbe.’’

Herwaha got: ‘’Dibe ku nêrînên cuda jî hebe derbarê pirsa gelê kurd li Sûriyê, bi taybet piştî nemana rejîma berê ya Sûriyê. Ji ber ku eger ew nêrîn jî neyên holê, wekî ku rejîma berê di derbarê pirsa kurd de nehilweşiyabe. Madem rejîm di rastiyê de hilweşiya, divê di eqil û fikir û pîvan û danûstanê de jî hilweşe. Sîstem û desthilat û pêgeh û mafê pêkhateyan ji berê cuda be. Ji bo wê jî her cure zulmekî li kurdan li Sûriyeya nû de, dê me wegerîne bo rewşa berî hilweşîna rejîmê di berg û cileke nû de. Di vê çarçoveyê de gotiên Ehmed Şera derbarê kurdan a duh û naha û paşerojê de başin, lê hûrgiliyan jî dixwaze, mînak, nêrîna wan derbarê pirsa kurd de çawa ye? Gelê li gel nenavendiya desthilatê ne û berhemendbûna kurdan a vê çarçoveyê de ne?.’’

Ebubekir Karwanî got: ‘’Ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê ezmûna Iraqê ceribandina herî mezin li pêş wan. Iraqê piştî hilweşîna rejîmê û nivîsandina destûrê û aloziyên piştî nivîsandina destûrê, şerê navxwe û ew astengên siyasî yên naha, ezmûneke başe ji bo sûd lê wergirtinê û kêmkirina astengan û dubare nebûna şikestan. Li Sûriye ya nû giringe wek birayên xwe yên başûr, kurd xwedî rola giring bin di nivîsandina destûra nû de. Li Sûriyê giringe kurdên rojava bi têgeheştin û dîtin û şandeyên hevbeş ve biçin Şamê, ji bo gotûbêj û beşdariyê di qonaxa veguhêz de û nivîsandina destûrê de bilîzin.’’

Karwanî got: ‘’Giringe sûd ji ezmûnên rêveberên Başûrê Kurdistanê wergirin, ji bo yekî wek Kak Mesûd Barzanî tenê ewqas bes nîne tenê ezmûnên xwe raxe pêş birayên xwe, divê rola navbeynkarî û lihev nêzîkirina fikran û yekxistina helwêstan ji bo hêzên kurd ên rojava bilîze.’’

Ebubekir Karwanî diyar kir: ‘’Her destpêşxeriyekî Kak Mesûd Barzanî ji bo rewşa îro ya kurdan li Sûriyê bi armanca yekxistina nav mala wî parçeyê Kurdistanê giringe.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved