Dennîs Dargul
Rojavayê Kurdistanê di rewşek nazik re derbaz dibe. Li vî perçeyê Kurdistanê, hem fersetek mezin ketiye pêşiya kurdan hem jî xeteriyek mezin li pêşiya me ye. Kurd li Suriyê du rê pêşiya wane.
- Rêya bi destxistina mafên azadiye
- Li hev nekirin û ji nav çûne.
Van her du rêyane, pêwiste Partiyên Sîyasî yên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bo xwe helbijêrîn. Eger partiyên siyasî, bi rasti dilsoz bin, rastin, ne bin bandora derdorek din de bin û bixwezin gelê Kurd yê vî perçeyê Kurdistanê bigehe maf û azadiyên xwe, divê BİLEZ yêktiya xwe saz bikin. Eger na gelê kurd vê fersetê dê ji dest bide û hêvî daxwazên wan dê rê li ber her cûre koletiyê, kul û azaran vebike. Mafê hîç rêxistinek siyasî tine ye ku li gorî berjewendiyên dorteng yên partiyatî û partizanî, bikar bîne. Hest û têgihiştina Netewî (mafên azadiyên bingehîn wek xak, dîrok, ziman, al, çand, huner, diplomasi û berjeweniyên dadwerî) ji her cure têgehiştinên Partiyan mezintire. Çavê her kurdek welatperwer, dilsoz û xwediyê berdêlên giran ya Kurd û Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê ye. Partiyên Kurd, destpêkê pêwiste li Rojavayê Kurdistanê aştiya navxweyî pêk bînîn. Lê ev aştiye ne taktîk be, her wiha stratejîk be. Li ser hîmayê li hev kirinek dadwerî û azadane nebe. Di van şert û mercan de û vî demê nazik de nabe partiyên siyasî di ragihandinan de hêrişî hev din bikin û hêvîyên paşerojê yên gel tarî bikin. Gotinên ji dil yên biratî, wekhevî, azadî û welatparêzî, Gelê Kurd dixweze bibîhîse.
Partiyên Siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, xwediyê şansek mezinin ku civakek rewşenbîr, zana, têgeheşti û welatparêz, li vî perçeyê Kurdistanê heye. Civakek gelek xwediyê rawiştek mezine, xwedî zimanê xwe, çanda xwe, dîroka xwe û hebûna xwe derdikeve. Bingehek mezin ya hozanvanên wek Cegerxwîn, Osman Sabrî, siyasetmedarên wek Malbata Bedirxaniyan, Malabata Cemîl Paşa yan, Nûreddîn Zaza, Haco axa, Dr. Nurî Dersimî û bi hezaran siyasetmedar, rewşenbîr û şoreşgeran li vî perçeyê Kurdistanê xizmeta gel û welatê xwe kirî ye. hemû serok û rêberek Kurd yên 4 perçeyên Kurdistanê ji gelê Rojava, mifa û piştgirî wergirtiye û bi sed hezaran gelê kurd ji ber dozên rewa yên perçeyên din yên Kurdistanê, şehîd dane, derbeder bûne û eşkence dîtîne û rastî zordestiyek mezin ya Rejima 53 salan ya Şamê hati ne. Jibo Rejima 53 salan ya Binemala Esed, ferqa hîç kurdekê (ka ji kijan partiyê ye, hizra wî çîye) ne bû. Kurd bûn temam dujminê Şamê ye û pêwiste bibe Ereb. Ji xwe navê Dewleta Rejîmê jî “Komara Surî ya Erebî” bû. Wê desthilatdariyê di sala 1975 jibo herêmên kurdan kembera Erebî durist kir ku Bakurê Suriyê xaka Kurdan hate desteser kirin. Gund û navçeyên kurdan ser navê Ereban hatin tapu kirin. Li gorî Raporên Frensiyan yên Sala 1921 heta Sala 1932 bajarên Rojavayê Kurdistanê (ku niha nifusa Kurd û ereban têkel kirine) %90 lê kurd bûn, beriya 150 Salan li deverên Rojava Ereb tine bûn.
Li gorî pirtûka Niviskarê Surî Mihemed Cemal Barût (Avakirina Diroka nû ya Cizîra Surî-r.376-377-378) Fransiyan xwestin Sê Kantonan li Bakûrê Suriyê jibo Kurdan ava bikin. Ji Rayadarên Şamê re digotin, hûn Ereb dikarin rêveberiyên xwe avabikin, bila eleqa we bi Kurdan nebe. Kurd cûda ne. Jibo Ereban Îdareyek li Şamê avakirin û jibo kurdan jî:
1-Kantona Efrinê
2-Kantona Cizîrê
3- Kantona Cerablusê saz kirin.
Lê Komara Tirkîyê tiliya xwe xiste nav babetê û ev proje têk da. Ji xwe piştî sala 1946 Frensi ji Suriyê derketin. Edî, tesira Komara Tirkiyê li ser Suriyê kir û edî tehrîp, têkdan, koçberkirin, bê nasnameyî destpêkir û heta 1975ê ev tehrîbe li Roajavayê Kurdistanê berdewam kir.
Partiyên siyasî yên Kurd dema di nav xwe de (çi rêyên din yên birûmet tine ye) yêkitî saz kirin û wek yêk deng û reng çûne hevdîtinan li Şamê, pêwiste amadekariyên wan hem ji aliyê dîrokî, civakî, sosoyolojî û cografî ve, bihêz bin. Kesayetên şaraza, dîplomatîk, siyasetmedar û dîrokzan hebîn û kesayetên birêz bin. Dosyên wan yên hevdîtinê bila tije pêşniyar û maqûl bin. Tenê, yêkrêzîya kurdan dê dikare li Şamê serkeftinê bidest bîne. Serkeftin çiye? sistema federale, bi destxistina mafên desthilatdarî, mafên ziman, çand, destnişana xak, aborî û pê pejirandina Nasname û Ala Kurdî ye. Li gel Ala Surî li herêmên Rojavayê Kurdistanê Ala Kurdistanê jî hebe. Lê Ala Kurdistan ya qedîm ku hemû perçeyên Kurdistanê wek Ala Rengîn bi nav dikin. Ev li hevkirina Partiyên siyasî dê pêwendiya Rojavayê Kurdistanê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, xûrttir bike.
Jiber çi Ala Rengîn: Ev Ala niha di qada diplomasiya nevdewletî de, fermî ye. Di destura Iraq a Federal de jî wek Ala Herêma Kurdistanê hatîye pênas dan û pejirandin. Di nav qada diplomasiyê û bi gişti netewî de, pitir cîhê xwe bigre.
Di heman demê de hevdîtinên diplomatik hatine destpê kirin. Taybet Emrîkî û Frensî di navbeynkariya pêkhateyên Surîyê de, rola sereke dileyîzin. Emrika şerê di navbera Tirkiyê û YPG ê de, bi şêwazekê dem kurt sekinand. Tirkiyê ji Emrika daxwez kirî ye û dibêje: “Kadroyên PKK ê yên Ne Surî ji Rojava Derkevin. YPG tayek PKKê ye, pêwiste nemîne. Her wiha sinorê kurdan Çemê Feratê be...” Ev daxwezên sereke yên Komara Tirkiyê ne. Ji aliyeke din ve hevdîtinên Hikûmeta Tirkiyê li gel A. Ocalan jî berdewam dikin.
Di hevdîtina Nûnerên Emrîka li gel General Mazlûm Ebdi jî, eşkere bûye ku M. Ebdî: Aligirê Yek Perçeyiya Xaka Suriyê ne, ew naxwezin Surîye Perçe bibe, ew ne gefin li ser Komara Tirkiyê, ew dixwezin arêşan bi rêya diyalogê ve çareser bikin. Ew amadene li gel hemû partiyên siyasî yên Rojava li hev bikin û li Şamê berjewendiyên Gelê Kurd di nav sinorên Surîyê de, biparêzin.
Serokê (Heyeta Rizgariya Şam ê - هيئة تحرير الشام) HTŞê Ahmed Hüseyin (Ebu Mihemed Colanî) jî bi daxûyaniyekê got: “Kurd jî, her wek Wan rastî zordariyek mezin ya Rejîma Esed hatine. Gelek zulm li Kurdan hatiye encam dan. Dê mafên Kurdan jî wek her welatiyek Surî li gorî yasayan were parastin. Efrin jî dê vegere...”
Bi tevî van pêşketinan HSD û ENKS xwe amade dikin û li hev bicivin. Bi dîyalogê çi arêşe tine ye ku mirov li hev neke. Çi xetên Sor tuneye ku Ev herdû aliyên Kurdî lihev nekin. Yanî Xalên ku lihev bikin û mişterekin ji nakokiyan gelek bêhtir in. Serok Bazanî jî, bi daxûyaniyekê ferseta rojavayê Kurdistanê destnişan kir û got: “Ew rêzê ji biryara Xelkê Surîyê digrin. Ew amadene her alî ve piştgiriya mafê Gelê Kurd yê Rojava bikin û pêwiste aliyê Kurdî bi yêk deng û rengî, xwe jibo gotûbêja li gel Şamê amade bikin...”
Emrika û Frense jibo Suriya Nû xwe amade dike û navbeynkariyê dike. Aliyên Kurdî pêwiste nakokîyên xwe danin aliyekî, li ser xalên hevbeş yên Niştimanî li hev bikin û bi qûwet biçine hevdîtinan. Jibo Rojavayê Kurdistanê, di vê dema nazik de piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û taybet Serok Barzanî gelek giringe. Hêvîdarim Rojavayê Kurdistanê nûnerên wê yên siyasî, ji Başûrê Kurdistanê ders derbixe û ji serbora wê mifayê wergire. Edî biryar û îrade ya gelê Rojavayê Kurdistanê ye, dilê her kurdek welatparêz jibo yekitî, azadîya gelê Rojava lêdixe.
Dennîs Dargul