BasNews – Serokê Giştî yê Hizbulaha Lubnanê Neîm Qasim îro05.12.2024ê piştevaniya xwe ji bo Rejîma Beşar Esed li Sûriyê teqez kir û êrîşên çekdarên Sûriyê wek dijminkariya terorîstî pênase kir.
Li gor ajansa Şefeq News Neîm Qasim ragehandiye: ‘’Tişta li Sûriyê pêktê dijatiya Sûriyê ye û ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve tê birêve birin, ew jî tê wê wateyê ku grubên çekdar ên êrîş dikin ser wan herdu dewletan in.
Herwaha wan êrîşan wek plana berfirehbûna Îsraîlê pênase dike û daxwaz dike hemû alî dijî Îsraîlê rawestin.
Di berdewama êrîşên xwe de çekdarên li Sûriyê îro dest danîn ser bajarê Hemayê, ku navçeyekî stratejîk a Sûriyê ye.